Yorgun: Li ser deskeftiyên jinan taloke heye

Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Bedriye Yorgun got di pêvajoya pandemiyê de tundiya li ser jinan zêde bûye, li ser destkeftiyên jinan taloke hene.

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Yorgun bi bîr xist, di pêvajoya pandemiyê de, dema mayina di malê de li hemû cîhanê tundiya li ser jinê zêde bûye.

Yorgun got di rewşên asayî jî jixwe tundiya mêr a li ser jinê zêde ye, nexasim di nav malê de tundiya li ser jinê dikare ji tundiya li derve ya li ser jinê zêdetir bibe.

Yorgu bi bîr xist xizmeta Navenda Pêşîlêgirtn û Çavdêriy Tundiyê (ŞONÎM) di vê pêvajoya pandemiyê de tenê bi agahdarkirina ser telefonê, arastekirin û ewraqên fermî hatiye sînordarkirin û diyar kir li Tirkiyê li ser mijara tundya li ser jinê xeta destekê ya 7/24'an dixebite nîne.

Yorgun her wiha bal kişande ser problema kapasîteyê ya Malên Stareyên Jinan got li şûna ku kapasîteya starebûnê were zêdekirin û qadên alternatîf ên lê starebûnê werin vekirin, zehmetkirina qebûlkirina starebûnê û şertên jiyanê yên li strateyan kiriye ku jin dev jê biqerin ku serî li malên strareyan bidin.

Yorgun her wiha diyar kir li gel hişyariyên rêxistinên jinan jî mekanîzmayên pêşîlêgir û berevaniyê yên li gorî Peymana Stenbolê nayên bicihanîn û tevdîrên ku pêşî li tundiya li ser jinan bigirin nehatine standin.

Yorgun got li dijî jinê her demê êrîşên îdeolojîk û polîtîk li ser jinê hene lê desthilata AKP-MHP'ê vê jî dike fersend li her qadê êrîşên li ser vîn û destkeftiyên jinê zêde kiriye û got, ''Kampanyaya Meclîsa Jinan a HDP'ê jî reflekseke giştî ya li dijî van hemû êrîşan e, ji bo ku rêxistinên jin û sazî vê têkoşînê bi hevkarî bikin dibe xwedî nirxekî.''

Yorgun herî dawî diyar kir li ser mijara têkoşîna jinê ew ji her demê zêdetir xwedî biryar in, got, nêrîna jinê û çalakiya jinê ji bo vê jinê talokeyeke mezin e. Yorgun got, ''Hişmendiya rêveberiya me ya xwecih a azadîxwaz, şaredariya me ya li ser pergala hevseroktiyê, desthilatdar aciz kir. Wekheviya zayendiya civakî û polîtîkayên azadîyê datanî.''