Yekîtiya jinan daxwaz kir ku li dijî êrîşên Tirk bibin xwedî helwest

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistan Kinêr Abdulah daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker bibin xwedî helwest.

Komek jinên girêdayî sazî û rêxistinên cuda li gel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwestin biçin Kune Masî ya Şarbajar a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a li Kune Masî ku 7 kes bûn qurbanî ku yek ji wan jî jin bû, şermezar bikin.

Li ser dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistan û bi taybet hedefkirina sivîlan berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistan Kinêr Abdullah ji ANF’ê re axivî û got: “A Tirkiye niha dike li dijî hemû mafê mirov û hiqûqa navneteweyî ye. Bi zelalî derbaskirina sînorên axa Herêma Kurdistan û Iraqê ye.”

Abdullah anî ziman ku ew jî dengê xwe li hemû dengên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û ji dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û herêmê nerazîne, zêde dikin û got: “Divê demekî berî demekê Iraq li gorî hiqûqa heyî li dijî derbaskirina dewleta Tirk a xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê bikeve tevgerê.”

Herî dawî Kinêr Abdullah bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku divê dawî li bêdengiya xwe bîne, bi rêbazên cihê pêşî li êrîş û dagirkeriya Tirk a li ser herêmê bigire.