Xeta sor a YPJ’ê: YPJ wê li her deverê be

Fermandara yek ji  tabûrên YPJ’ê Şîlan Cûdî, ku tabûr di nav pêngava Reqa’yê de cih digire got: "Xeta me ya sor ev e: YPJ wê li her deverê be."

Yek ji fermandarên YPJ’ê Şîlan Cûdî diyar kir ku Reqa ji bo jinan pir girîng e, sonda tolhildana dîrokî û rojane bi bîr xist û got, gelek jinên ku bi destên wan hatine rizgarkirin biryar li ser tevlêbûna YPJ’ê dane û di nav tabûra wê de jî hevalên wê, yên wiha hene. Cûdî got: ‘’Em jinan hembêz dikin û azad dikin. Em vê li wan ferz nakin û zorê li wan nakin; em bi wan re civatê datînin, gotebêj dikin û ya girîngtir jî em li wan guhdarî dikin. Ev rewş ji bo profîla mirovî û hişmendî ji bo wan nû ye. Dikevine ber bayê YPJ’ê. Ew dibêjin, bi sedan sal in ku di xew de bûn lê bi YPJ’ê re ji xewê hişyar dibin.’’

Şîlan Cûdî yek ji tabûra YPJ’ê ye ku tabûra wê di Cenga Mezin de şer dike û Cenga Mezin bi mebesta Reqa were azadkirin bi pêşengiya YPG’ê ya QSD’ê dabû destpêkirin. Her wiha dema ku Minbic ji dagirkirinê hatî azadkirin jî û piştre jî Cûdî di avakirina artêşê de peywir kiriye. Niha bi tabûra xwe re li eniya Reqayê ye. Fermandara Tabûrê Şîlan Cûdî diyar dike planasziya ku bi pêşengiya jinê tê kirin bê kêmasî didome, ji bo ku sivîl ziyanê nebînin hemû derfetên xwe seferber dikin.

EM XWE LI HEV DIGIRIN

Fermandara Tabûrê Cûdî dibêje ew weke ku biçine govendê tevlî şerê Reqayê bûne, tirs û xof li pey xwe hiştine û wiha didome: ‘’Dema ku şer dest pê dike em xwe li hev dipêçin. Heke ne ji nirxên me yê moralê û destdayina hev be em nikarin şer bikin. Vîna me, hêza me ya hevrêtiyê, nerîna me ya li jiyan û cîhanê, dilsoziya me vê têkoşînê geş dike. Pêbaweriya me ya sereke vîna me û dilsoziya hevrêtiyê ye. Serfiraziya li Reqayê wê serheviya van hemûyan be.’’

YPJ WÊ LI HER DEVERA ŞER BE

Şîlan Cûdî got di operasyona Reqa de ji biryargehê bigirin ta bi lojîstik, yekîneya siûqastê, koma êrîşê şervanên jin di her qadê de ne û got: Rêgeza ‘jin pêşenga şoreşê ne’ ne dirûşmeke razber e: ‘’Xeta me ya sor heye. Ev xeta me ya sor ev e; YPJ wê li her deverê be’’. Cûdî got di 6 baskên êrîşê de yên bi ser navenda Reqayê de şervanên YPJ’ê hene û got: ‘Çi koma êrîşê, çi çekê giran, di her qadê de me şer dikin. Li Reqa em li eniya pêş in. Her demê jî em pêşengê şer û şoreşê ne. Jixwe Reqa, ji bom e jinan zêdetir girîng e. Me sonda tolê ya dîrokî û rojane daye.’’

ÊN KU JI DAIŞ’Ê HATINE RIZGARKIRIN Û TEVLÎ YPJ’Ê BÛNE

Cûdî got heta niha gelek jinên ku hatine azadkirin tevlî YPJ’ê bûne û got:’’Dibêjin bi sedan sal in ku di xewê de bûne lê bi YPJ’ê şiyar bûne. Piştî pêngavan bi sedan jin tevlî YPJ’ê dibin. Di tabûra min gelek jinên ku me rizgar kirine, hene.’’

Cûdî got bi hişmendiy azadîxwaz têkilî jinan dibin û ev ji hêla jinan ve jî tê dîtin:’’ Ji bo jinên ku me ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin çi hewce be me kir û em ê bikin. Em jinan hembêz û azad dikin. Em li wan ferz nakin, zorê nakin, civatê bi wan re dikin, gotûbêj dikin, guhdar dikin. Ev rewş ji bo profîla mirovî û hişmendî ji bo wan nû ye. Dikevin ber bayê YPJ’ê.’’

JINÊN REQA WÊ BIBIN ARTÊŞ

Cûdî dibêje piştî rizgarkirina Reqa bo mayinê xwe pêşniyar kirine û wiha didomîne: ’’Ji bo heman tiştên ku bûyin ji bo jinan dubare nebin em dixwazin li Reqa tabûra jinan ava bikin. Me li deverên dî yên azad kirin ev kirin û em ê vê li Reqayê jî bikin. Em dixwazin Reqa bînin rewşeke wiha ku bikaribe xwe biparêze û di nav de tabûrên YPJ’ê jî hebin.’’

DISÎPLÎN Û KOORDÎNASYON TAM E

Cûdî got di babetên rêveberina şervanan, disîplîn, pirengiyê, şervanên ji der ve hatin de, di hêla koordînasyona şervanên YPJ’ê de ti arîşe nîn in û got: ‘’Carinan mijara zimên di şervanên enternasyonal de çêbibin jî xwe li rewşê tînin û çi hewce be bi koorîne tê kirin.’’

ÇANDA BIKARANÎNA CEBILXANEYÊ

Cûdî got dema ku nû ew hatin vê qadê ji ber ku rê nebûn arîşeya wan a lojîstikê hebû û heta ku rê hatine vekirin hinekî dijwarî dîtine, bi vebûna rêyan re ev tengezarî jî bi dawî bûne. Şîlan Cûdî dibêje, dibe ku ne xwedî derfetên zêde bin lê di parvekirin û bikaranîna derfetên heyî de ti kêmasiyan najîn û wiha got: ‘’Ti çandeke me nîn e ku cebilxanê em beredayî bi kar bînin. Em di vê babetê de pir miqate ne. Em a hewce, bi qasî ku hewce dike, li cihê hewce dike bi kar tînin.’’

Şîlan Cûdî têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên ku sax ketine destê wan jî çavdêriyên xwe wiha dibêje: ‘’DAIŞ’iyên ku hem teslîm bûne û hem jî bi zext kirine hene. Piştî bandora dermanê ku vexwarin derbas dibe weke ku ji xew şiyar dibin. Pêşî ên ku ji me re dibêjin beraz, piştî ku bandora dermanê derbas dibe, tiştên ku li ser me têne gotin par ve dikin û dibêjin ew heyranê wan in.’’

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka