TJA: Kurdistan kirin 'kampên berhevkirina esîran'

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser binçavkirina Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê û hat gotin," Kurdistan bi binçavkiriyan re veguherandina kampên berhevkirina esîran."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Hevseroka destpêkê ya KCD'ê Aysel Tûglûk nûnera destpêkê ya sîstema hevserokatiyê ye û hat gotin, binçavkirina Tûglûk êrîşek li dijî jinê ye.

TJA ji bo berdana Aysel Tûglûk û hemû hevalên wan ên hatine binçavkirin-girtin, bang li jinan û raya giştî ay demokratîk kir, ji bo bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û têbikoşin.