'Têkoşîna jinan muxalefet geş kir'

Nadiya Gurbuz a HDP'yî diyar kir di geşbûna muxalefeta civakî de rola herî girîng jin in û got, ''Ji ber vê herî pir êrîşê tînin ser beşê civakê yê herî dînamîk.''

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nadiya Gurbuz têkilî nîqaşa li ser betalkirina Peyman Stenbolê axivî û diyar kir ew ê dev ji Peymana Stenbolê neqerin. Gurbuz li ser nîqaşên ku dibêjin AKP ji Peymana Stenbolê betal bike wê li şûna wê xebatên alternatîf bike got ne pêkan e ku jin peymaneke dî qebûl bikin.

Gurbuz li ser gotina ''Em ê bibêjin Krîterên Enqerê û derbas bibin'' ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp got ev tam gotina aqilê mêr e û got, ''Kodên AKP'ê dijî têkoşîna jinan, azadiya jinan e. Tiştên ku ji roja AKP hatiye û vir ve hatine kirin vê nîşanî me dikin. Helbet ev ne tenê bi AKP'ê re sînordar e. Piraniyan partiyên din ên li meclîsê, yên derveyî partiya me xwedî aqilekî wiha ne.''

Gurbuz bi berdewamî got, ''Dema ku dibêjin Krîterên Enqerê jî dibêjin ew ê aqilê serwer ên nêr, tifaqa nêr a paşverû wê peymaneke ku wan nivîsiye çawa jiyanî bikin'' û domand, ''Ne pêkan e ku jin vê  qebûl bikin. Bi tin henceteyê tundiya li ser jinê, komkujiya li ser jinê, vekişandina jinê ya ji qada kar ne pêkan e ku ji hêla jinê ve were qebûlkirin.'

Gurbuz diyar kir li ser helwesta jinan desthilat bêgav maye ku hin civînên taloq bike û got, ''Niha li vî welatî sedema geşbûna muxalefeta civakî jin in. Ji ber vê pê dizanin tevgereke ku ji vî alî ve geş bibe li ser pirsgirêkên şer, krîza aborî ya Tirkiyê û meseleya Kurdan wê tevgerên cidî bi xwe re bîne. Ji ber vê dixwazin êrîşê bînin ser beşê herî dînamîk a civakê û wê belawela bikin.''

Gurbuz her wiha got, ''Li Tirkiyê û Kurdistanê tevgera yekbûyî ya heyî tevgera jinan e. Ji ber vê kedeke taybet dikin ku wê çavtirsandî bikin, tertûbelav bikin. Tê xwestin ku jiyana jinan girêdayî mêr be, guhê wan li ser zarokan be û bi tiştekî dî ve mijûl nebin. Dixwazin ku jin li gorî krîterên ku wan diyar kiriye bijîn.''

Endama Meclîsa Partiyê ya HPD'ê Nadiye Gurbuz her wiha got ew ê bi hêsanî dev ji peymana Stenbolê neqerin, ji bo ku ev peyman were bicihanîn jin wê têbikoşin, AKP dizane ku di tengasiyê de ne û çi peymake li derveyî peymana Stenbolê ku ew ê bînin rojevê ji hêla jinan ve wê neyê qebûlkirin.