Polîsan êrîş bir ser jinên ku DAIŞ protesto dikirin: 8 kes hatin binçavkirin
Jinan şewitandin û kuştina 2 leşkerên Tirk ên ji aliyê DAIŞ’ê ve protestokirin, li ser vê yekê polîsan êrîşî jinan kirin û bi derbkirinê ve binçavkirin.
Jinan şewitandin û kuştina 2 leşkerên Tirk ên ji aliyê DAIŞ’ê ve protestokirin, li ser vê yekê polîsan êrîşî jinan kirin û bi derbkirinê ve binçavkirin.
Jinên endamên Mala Gel, xwest ku kuştina 2 leşkerên aliyê DAIŞ’ê ve Qada Galatasarayê protesto bikin. Polîsan rê nedan çalakiya jinan a pankarta bi nivîsa “Li dijî mirinê jiyan, li dijî şer aştî” vekiribûn. Polîsan, 8 jin bi derbkirinê ve binçav kirin.
Dîsa, 2 hevjînên ku li hemberî rewşa heyî nerazîbûn nîşandan jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 8 kesên ku hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Taksîmê.