Peyama Konca ya di greva birçîbûnê de
Berdevka Meclîsa Jinan û parlementera HDP’ê Konca ya ku ketibû greva birçîbûnê ji girtîgehê peyamek şand. Konca wiha got: “Ez bang raya giştî dikim ku bila li hemberî daxwazên girtiyan bihestyar bin.”
Berdevka Meclîsa Jinan û parlementera HDP’ê Konca ya ku ketibû greva birçîbûnê ji girtîgehê peyamek şand. Konca wiha got: “Ez bang raya giştî dikim ku bila li hemberî daxwazên girtiyan bihestyar bin.”
Berdevka Meclîsa Jinan û parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya di girtîgehan de kete greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger, peyameke nivîskî şand.
Peyama Besîme Konca ya ku ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê şandiye, wiha ye:
“Di pêvajoya muzakereyên ligel Rêzdar Ocalan de, Tirkiyeyê di raya giştî ya cîhanê de qîmetek didît, gelên li Tirkiyeyê serê wan rihet bû û di warê îstîkrarê de pêşiya Tirkiyeyê vekirîbû. Piştî betalbûna muzakereyan û heta roja me, jiyana civakî hemû pûç bûye. Grevên birçîbûnê yên ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, şertên muzakereyê werin pêk anîn û bi Rewşa Awarte re pêkutî û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, hatibûn destpê kirin, roja 40’emîn derbas kirine. Li girtîgehan binpêkirinên mafan û êşkence zêdetir bûye. Di dema muzakereyan de jî ji bo girtiyên nexweş ti gav nehatibûn avêtin û îro li girtîgehan ji 700’î zêdetir girtiyên nexweş hene. Li Girtîgeha Îskenderûnê girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Yildizbakan ê ku rojek mabû ji tehliyeya wî re, jiyana xwe ji dest da. Li zindanan di van şertên êşkenceyê de yên ku li dûrî çavan û li paş dîwaran e, girtî ji bo parastina mirovayetiyê, di nav berxwedan û helwesteke gelekî hêja de ne. Ez sersaxiyê ji malbata Mehmet Yilbizbakan dixwazim yê ku girtiyekî nexweş bû û jiyana xwe ji dest da. Ez bang li raya giştî dikim ku bila li hemberî daxwazên girtiyan bihistyar bin.”