PAJK’ê di salvegera 22’emîn de Kinaci bibîr anî

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî 22’emîn salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek da û got: “Zeynep Kinaci akademî, rêgez û hebûna jiyan û şer a partîbûna jinên azad e.”

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku Zîlan di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de xeta serfiraziyê temsîl dike û şêweya çalakiya wê ku encamê werdigire silav kir.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Kesayetiya heval Zîlan a ku xetereya di sala 1996’an de a li hemberî Rêber Apo hîs kiribû û li gorî vê tevgeriya di têkoşîna jinên azad de cihekî diyar e. Bîr û asta wê ya biryardariyê ya ku di nameya xwe de diyar kiriye, ji bo mîlîtanên azadiyê bûye xeta bingehîn. Encamên çalakiya wê ne bi tenê têkoşîna jinan a azadiyê xistiye bin bandora xwe, di heman demê de bandor li ser Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê jî kiriye û ji pirsên ‘divê mirov çawa bijî û çawa şer bike’ bersiv ava kiriye û di warê afirandina şêwaza Apoyî de qonaxeke nû afirandiye. Bi çalakiya heval Zîlan re asta serfirazî û azadiyê bilindtir bûye.

Rastiya Zîlanê ya ku ji bo civaka Kurd cihê serbilindiyê ye, ji bo jinên Kurd jî cihê rûmet û baweriyê ye. Rastiya Zîlanê di tevgera jinan a azad ya Kurdan de zêde bûye û bûye hêza têkneçûnê ya PKK’ê. Îddîa û biryardariya jiyana azad a ku heval Zîlan ew derxistiye holê di Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de bûye rêgez û bername. PJAK di şexsê Zîlan de soza Rêber Apo ye ya ku daye jinên azad. Ji ber vê jî xeta Zîlanê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê teşe dike, pêşengiyê dike û şer didomîne.

‘ÇALAKIYA ZÎLANÊ ÎFADEYA HEZKIRINA WELAT A JINÊN KURD E’

Di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya heval Zîlan a fedaî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye îfadeya hezkirina welat a jinên Kurd. Fikr û ramana jinên Kurd a ku sembola welatparêziyê ye di şexsê xwe de derxistiye pêş û bi lêdana bi bandor re nirxên welat û azadiyê parastiye. Heqîqeta jinê ya li Kurdistanê di şexsê xwe de derxistiye pêş û bûye xwedawenda hemdem.

Xeta Zîlanê civakîbûna jinan a ku bi pêşengiya PJAK’ê li ber xwe dide û şer dike afirandiye. Piştî çalakiya Zîlanê baweriya li jinên Kurd zêdetir bûye. Bi vê re jî astengiyên li pêşiya jinan kêmtir bûye û jin beşdarî siyaseta demokratîk bûne. Heval Zîlan feraseta civakê bi heqîqeta jinên azad teşe kiriye û şêweya ku heval Zîlan daye keç, jin û civaka Kurd gelekî eşkere ye.

Zeynep Kinaci akademî, rêgez û hebûna jiyan û şer a partîbûna jinên azad e

Di vê demê ku êrîşên giran ên li ser Rêber Apo, dewleta Tirk a di bin rêveberiya AKP’ê de li dijî hemû parçeyên Kurdistanê operasyonên îmha û tesfiyeyeê birêve dibe, êrîşên qirker ên serwer ku di serî de li hember hemû jinên Kurd û kesayetên di nava lêgerîna azadî û demokrasiyê de dide meşadin, weke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) diyar dikin ku sekn û awayê têkoşer a hevrê Zîlan van êrîşan bêbandor dike. Zîlan a ku weke ciwanekî dijî wê di destê dewleta Tirk a pêkanînên wê yên leşkerî û sîyasî de biteqe. Çawa ku salên 90’î êrîşên faşîst Zîlan kifşkir û kete tevgerê, hişmendiya ku beriya 20 salan ku bi têkoşînê derbas bû, wê hê bi biryardarî û hê bi awayekî xurtir belav bike, xeta zîlanê bixe piratîkê. Bersiva hevrê Zîlan û Doga ji bo faşîzma AKP’ê dane, tê vê wateyê. Milîtanên PJAK’ê yên ku li hemû qadan, bajar, çiya û zindanan li ser heman çandê bi hezaran şehadet dane.

Rêber Apo, piştî çalakiya hevrê Zîlan têgeha ‘ZÎLANÊN DIJÎN’ bikar anîbûn. Di 22.emîna salvegera Çalakiya Serkeftinê ya jiyana azad, weke PAJK’ê li ser bingeha xeta Zîlan, bi heman îdîa û biryardariyê didin diyarkirin ku sîstema Îmralî ya li ser Rêber Apo parçe bikin. Jinên Kurd, Rêber Apo ji bo jinê tê çi wateyê baş dizanin. Di mijara azadiya Rêbertiyê, jiyan û ewlehiya wî de yê ku herî hesas û ji bo wî dişewite jinên Kurd in. Em bang li hemû jinan dikin ji bo şikandina sîstema Îmralî ya li ser Rêber Apo banga têkoşîna aktîv dikin. Jin divê ji bo azadiya Rêbertiya xwe, azadî û jiyana xwe li her qada lê rabe ser lingan. Rêber Apo gotibû; ‘Zîlan fermandara min e’.

Weke PAJK , di 22’emîn slavegara çalakiya Zîlan de soz didin roja azadiya xwe Rêber Apo, hemû şehdî, gelê xwe yên ku bi rastiya Zîlanê derketin pêş, jinên Kurd ên bi rastiya azadiya Zîlanê ketin nava çalakiyan û hemû hevrêyên me yên ku di vê rêyê de dimeşin, li ser bingehê Azadiya Rêbertî, azadiya Kurdistanê heta ku encamê bigirin biryardariya xwe ya xurtkirina têkoşînê û serkeftinê didin.