Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Orencî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hate kirin

Hevşaredara Navçeya Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hate kirin.

Hevşaredara Navçeya Qelqelî ya Wanê Dîlan Orencî ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm li cihê wê hatibû tayînkirin 6’ê Kanûna 2019’an hatibû destgîrkirin û 9’ê Kanûnê ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Hevşaredara Qerqelî Dîlan Orencî şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê.

Orencî ya ku nexweşiya Heretîter Anjiyoodem pêre heyî bêyî ku agahî bidin malbatê îro sewqî Girtîgeh Tîpa T a Erziromê hate kirin.