Newaya Jin: Bûn ronahiya heqîqetê

Hejmara 234’an a Newaya Jin bi manşeta “bûn ronahiya heqîqetê” derket.

NEWAYA JIN

Rojnameya jinan rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên li Başûrê Kurdistanê xebat dimeşandin û 23’yê Tebaxa 2024’an di êrîşa balafira bêmirov û biçek de hatin qetilkirin, kir manşet. Di rojnameyê de daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurdistanê û rêxistinên çapemeniya jin, cih girtin û her wiha nirxandinên salên borî yên Gulistan Tara jî cih girtin.

‘EZ SERBILIND IM’

Gulistan Tara di belgefilmeke bi wesîleya Roja Rojnamevanên Jin hatî amadekirin de, ev tişt digotin: “Dîroka çapemeniya Kurd û karakterê wê yên têkoşînê em anîn roja îro. Hevalên me yên rojnamevan ji bo girtina gotin, wêneyekî bedena xwe kirin sîper û heqîqet derxistin holê. Weke jineke Kurd, weke rojnamevanekê ez bi vê yekê serbilind im.”

Ji hevalên wan ên xebatê, Ozgur Serhad ji bo Newaya Jin nivîsek nivîsand û di nivîsê de bal kişand ser jiyana Gulistan Tara.

Di rûpelê forûmê de makaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Dixwazin bi Başûr komployê temam bikin” hate weşandin.