‘Mifteya aştiyê Ocalan e, divê biçin Îmraliyê’

Endamê OHP’ê parêzer Naîm Çalî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helwesta dewleta Tirk û durûtiya CPT’yê nirxand. Çalî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan roj bi roj giran dibe û got ku ramanên Ocalan aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û tecrîdeke girankirî li ser wî heye. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Naîm Çalî li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku 18 sal in hemû rêyên hiqûqê li Îmraliyê hatine binpêkirin û got ku tecrîd sûcekî dijmirovahiyê ye.

‘HIQÛQ BÛYE SIYASÎ’

Çalî anî ziman ku tecrîd sûcê dijmirovahiyê ye û wiha axivî: “Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û bi vir ve rêzdar Ocalan bi ti awayî nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Dîsa hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin. Dema ku mirov tecrîdê binirxîne tê xuyakirin ku 18 sal in Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye. Şert û mercên rêzdar Ocalan ji tecrîd û îzolasyonê derbas bûye, bûye îşkence. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê divê Ocalan hemû mafên xwe yên hevdîtinê bi kar bîne û hevdîtin neyên astengkirin. Hemû serlêdanên parêzeran bi hinceta xerabûna keştiyê û  rewşa hewayê tê astengkirin. Li welatekî zêdetirî 7 salan e keştî xirabûye, ma gelo pirsgirêkên vê keştiyê qet çareser nabin? Hiqûq li Tirkiyeyê bûye siyasî û ketiye bin kontrola siyasetê de.”

‘HELWESTA CPT’YÊ’

Çalî bilêv kir ku ev zêdetirî 18 salan e rêzdar Ocalan di bin şertên îzolasyon û tecrîdeke giran de ye û ti aliyê wê yê mirovî, exlaqî û hiqûqî tine ye. Çalî helwesta CPT’yê ya li hemberî Îmraliyê rexne kir û xwest demildest şandeyek ji CPT’yê biçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û ev tişt got: “Divê CPT peywira xwe bi cîh bîne û demildest serdana Îmraliyê bike. 18 sal in li Îmraliyê şert û mercên rêzdar Ocalan ji tecrîd û îzolasyonê derbas bûye, bûye îşkence. Tekane peywîra CPT pêşîgirtina tecrîd, îzolasyon û îşkenceyê ye. CPT herî dawî di 28-29’ê Nîsanê de serdana Îmraliyê kir û lê belê derbarê rewşa birêz Ocalan de ti agahî bi raya giştî re parve nekirin. Saziyek weke CPT’yê li 107 welatan zêdetirî 7 milyon endamên wan hene û ji bo xwe mafên girtiyan esas digrin. Divê CPT li Tirkiyeyê jî li gorî peywîra dikeve li ser mile wê tevbigere û raporên derbarê Îmraliyê de ji raya giştî re eşkere bike.”

‘RAMANÊN OCALAN AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN E’

Endamê OHP’ê parêzer Naîm Çalî da xuyakirin ku mifteya aştiyê û demokrasiyê Ocalan e û divê biçin Îmraliyê. Çalî destnîşan kir ku ramanên Ocalan çareseriya Rojhilata Navîn e û wiha got: “Rêzdar Ocalan bûyerên piştî çend salan pêk bê dinirxîne û hişyariyan dide. Heger ramanên Ocalan têkevin dewrê, wê aramî û aştî li welat biaxive. Di sala 2013 û heta 2015’an Tirkiye veguherî bû welatekî aramiyê û êdî li her derê welat şahî hebûn. Êdî turîzmê jî berê xwe dabûn bajarên Kurdistanê yên weke Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê. Êdî dewlemendan jî ramendan li Kurdistanê dikir û Tirkiye jî gihabû aramiyê. Ji bo dîsan welat vegere rojên 2013’ê divê demildest tecrîda li ser rêzdar Ocalan rabe û rêyên diyalog û aştiyê têkevin dewrê. Ramanên Ocalan wê aştiyeke mayînde bîne Rojhilata Navîn. Ji bo vê jî divê biçin Îmraliyê.”