Li Wan û Botanê çalakiyên 25'ê Mijdarê destpê kirin

TJA'yê li Şirnexê, navçeyên wê û li Wanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîr a Şirnexê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyanî da û starta çalakiyan da destpêkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên navend û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Em berxwedanê birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” û “Hevserokatî xeta me ya binevş e” hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Songul Kuçuk axivî. Kuçuk, diyar kir ku ji ber polîtikayên necazekirina mêrên faîl, tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe û wiha got:” Em dizanin ku berdewamiya hebûna desthilatdariya baviksalarî di polîtîkayên tundî, komkujî û tecrîda li ser jinê di didome. Li dijî jinan her cureyên êrişên zayendîparêz bi taybetî tacîz, tecawîz, kuştin, şerê taybet, tundiya zayendî û îşkenceyê pêk tîne. Ev, berhemên polîtîkayên hikûmetê ne. Hikûmet, bi nêzikatiya xwe mêrê serdest teşwîq dike. Desthilatdariya AKP-MHP û -Hûda Parê hem bi axaftin, hem bi polîtîkayên xwe û hem jî bi pêkanînên xwe gelek caran nîşan daye ku li dijî jinan e. Di sûcên nijadperestî, olî û zayendperest ên li hemberî gel, jin û zarokan de kujerên jinan bi qanûnên efûyê nayê cezakirin, tên xelatkirin. Sûcên ku kesên biunîforma li dijî jinên kurd û zarokên kurd tên kirin jî weke bêcezabûnê tên dîtin û hema bêje tên xelatkirin.”

Bi domdarî Kuçuk bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Hikûmetên ku dixwazin pêşî li têkoşîna jinan a li dijî tundiyê, ya li dijî polîtîkayên qirkirinê û pergala serdest a mêr bigirin, tecrîda li ser birêz Ocalan girantir dikin. Ji bo berdewamiya hebûna xwe, polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê yên li dijî civakê kûr dikin. Ji bo wê jî tecrîda xwe li ser pêşengê Modernîteya Demokratîk birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê dan destpêkirin. Bi kûrbûna tecrîdê re pirsgirêkên civakî jî kûrtir bûn û ev veguherî krîzên piralî. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer û aloziyê roj bi roj kûrtir dibin û hemû maf û azadiyên bingehîn tên astengkirin. Em jin dizanin ku tecrîda tê meşandin li ser paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalan e. Lê dîsa jî em dubare dikin, birêz Ocalan muxatabê çareseriya şer û aloziya Rojhilata Navîn û bi taybetî jî pirsgirêka kurd e. Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîdê û avakirina jiyana azad a jinê careke din diyar dikin.”

Kuçek, wiha dom kir: “Hikûmeta zayendperest yek ji polîtîkayên xwe yên êrişa li dijî têkoşîna me ya jinan bi piştgiriya darazê dimeşîne. Pergala hevserokatiyê, saziyên jinan, parlementer, hevşaredar, rojnamegerên jin, hunermend û jinên têkoşer tên sûcdarkirin û girtin. Hema bêje di her operasyonên qirkirina siyasî de tundî tê kirin. Têkoşîna jinan tê krîmînalîzekirin û xebatên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê de jî tên darizandin. Bi taybetî li ser girtiyên nexweş li girtîgehan polîtîkayên faşîst, nîjadperest û zayendperest tên meşandin. Em careke din bang li hikûmetê dikin, em jin bi dirûşmên xwe, bi tililî û rengên xwe li vir in. Em ê bi nasnameyên xwe yên piralî tebikoşin. Hûn nikarin 25’ê Mijdarê û têkoşîna me ya jinan bidarizînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Çalakiyên jinên herêma Botanê yên 25’ê Mijdarê wiha ne: 

*Di 20’ê mijdarê dê li navçeya Qilêbanê şahiya jinan bê lidarxistin.

*Di 21’ê mijdarê de dê li Hezexê çalakiya zincîra binevşî bê lidarxistin. 

*Di 22’yê mijdarê de dê li Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê panela jinan bê lidarxistin.

* Di 24’ê mijdarê de dê li taxên Şirnexê xebat bên meşandin.

WAN

TJA’yê li Parka Dostaniyê ya Esenyurt-Tuşbayê ya Wanê bi daxuyaniyekê  starta 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadyê ber bi 25’ê Mijdarê ve” hate vekirin û wêneyên Nagihan Akarsel, Jîna Emînî, Sakîne Cansiz û Garîbe Gezer hatin hilgirtin.

Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Gulderen Varli di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdara AKP’ê ev 21 sal in pişta xwe daye dewletê û bi hezaran jin qetil kir. Polîs û çawişên pispor ên ên tacîzkar û tecawizkar û kujerên jinan di çarçoveya polîtîkaya necezakirinê de berdan. Ev beden û ev qadên jiyanê yên me ne. Heta ku ev dinya vediguhere cihekî ku mirov bikarin tê de biewle bijîn dê têkoşîna me her bidome.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.