Li Swîsreyê jinên şoreşger hatin bibîranîn

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û gerîlaya HPG’ê Zeynep Baytar (Devrîm Andok) hatin bibîranîn.

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên di 5’ê Çileya 2016’an de li Silopiya Şirnexê hatibûn qetilkirin û gerîlaya HPG’ê Zeynep Baytar (Devrîm Andok) a ku di 10’ê Îlona 2019’an li Cîloyê şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Bi sedan kes tevlî merasîma bibîranînê bûn. Di bibîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê Songul Arslan axivî û got ku “ Gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku bi paradîgmaya rêzdar Ocalan îro li dinyayê bûye sembola têkoşîna jinan. Qirkirinên tên kirin li dijî têkoşîna hebûna jinên Kurd e.”

Di bibîranînê de sînevîzyona li ser Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate nîşandan.