Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rewşa jinan a sala 2019’an

Zêhniyeta zayendparêz, olperest u totalîter sala 2019’an li İran û Rojhilatê Kurdistanê li ser desthilatê bû. Bi vê zihniyetê civak hat bi rêvebirin û vê rewşê jî di warê siyasî, aborî, hiqûqî û civakî de krîzên mezin ava kir.

Zêhniyeta zayendparêz, olperest u totalîter sala 2019’an li İran û Rojhilatê Kurdistanê li ser desthilatê bû. Bi vê zihniyetê civak hat bi rêvebirin û vê rewşê jî di warê siyasî, aborî, hiqûqî û civakî de krîzên mezin ava kir. Ji ber ku pergal li dijî azadiya civak û jinê ye, di serî de jinan û hemû beşên civakê ev pergala mêrsalarî qebûl nekirin û serî li xwepêşandanan dan.

NAVENDA NÛÇEYAN

Îran û Rojhiatê Kurdistanê bi serhildanên ku jin pêşengtiya wan dike, dikeve sala 2020’an. Xwepêşandanên sala 2019’an bi pêşengtiya jinan pêk hatin. Jinan bi sedan çalakiyên li dijî rejîma Îranê nîşandan ku pêkanînên rejîmê qebûl nakin. Ev wêrekiya jinan li ser civakê jî bandoreke mezin kir û hişt ku civak jî beşdarî çalakiyan bibe. Serhildanên 16’ê mijdarê ku li bajarên Ehwaz, Meşhed û Sîrcan destpêkir û belavî tevahî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn, bi pêşengtiya jinan hatin kirin.

Serhildanên ku di demeke kin de belavî tevahî bajar û bajarokên İran û Rojhilatê Kurdistanê bûn de 1000 kes hatin qetilkirin, 4000 kes birîndar bûn û 12000 kes jî hatine girtin. Di nava kesên ku hatin qetilkirin de nêzî 50 jin hebûn.

Jinên ku di xwepêşandanan de pêşengtî kirin bûn hedefa Serokkomarê İranê Hesen Ruhanî. Rûhanî jinan wek xerapkerê welat destnîşan kir. Vê yekê hişt ku jin bi terora dewletê re rû bi rû bimînin. Piştî ku Ruhanî jin weke hedef nîşan da êrîşên li ser jinan zêde bûn.

ZEXTÊN LI SER JİNAN

Li Tehranê 8’ê Adara 2019’an ji ber ku sê jinên Îranî serî vekirî ango bê hîcap gul li gel belavkirin rastî zextên rejîma İranê hatin. Sê jinên aktivîst ên bi navê Munîre Ereb Şahî, Yasemen Aryayî û Mujgan Kişawerz re 55 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Ev bûyer di nava jinên İranê de rastî nerazîbûyînên mezin hat û li hemberê rejîmê bertekên mezin çêbûn. Jinên İranî bertekên xwe wek hîcabên xwe derxistin, videoyên xwe kişandin û li ser medya civakî belav kirin. Hinek jinan jî bi danskirinê bertekên xwe nîşandan.

JINAN DAXWAZA ÎSTÎFAYA XAMANEY KIRIN

Tebaxa 2019’an ji aliyê 14 jinên Îranî ji bo ku Xameneyî ji desthilatê bikeve, nameyek nivîsandibûn. Jinan di vê nameya xwe de digotin; “Ev 40 sale welatê me ku ji aliyê pergala Welayetî Feqîh ve tê rêvebirin jiyaneke derveyî mirovatiyê derxistiye holê. Beriya 40 salan bi îddiaya ‘şoreş avabû’ ev pergal avabû lê wek jinên Îranî mafên me yên herî xwezayî hat înkar û xesp kirin. Bi vê nameyê ve em li dijî Welayetî Feqîh rabûne, heta qanûnên ku jinê nasdikin neyên derxistin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Ji ber wê daxwazê çalakvanên jin hatin girtin û li zindanan êşkence li wan hat kirin. Vê çalakiya jinan di nava civakê de dengekî mezin veda. Ji bo piştgiriya 14 jinên çalakvan kampanyaya bi navê, ‘min neferê pazdemîn im’ hate destpêkirin.

DIXWAZIN JINAN BIKIN BASIC

Rexistina besîc ku ji aliyê Ayetullah Xumeynî de di mijdara 1979’an de li İranê hatiye ava kirin, roj bi roj tê mezin kirin. Armanca avakirina besîc, pûçkirin û sîxurkirina civakê ye. Di Tîrmeha 2019’an de ji aliyê berpirsa saziya Besîc a jinan Mînû Eslanî ve civînek hate lidarxistin. Di civînê de Mînû Eslanî da xuyakirin ku 20 hezar saziyên besîc ên jin hene û 9 milyon besîcên jin bi awayekî çalak kar dikin. Bi bêkarî û bihabûna pêdiviyên jiyanê jin teşwîqî Besîciyê tên kirin.

TUNDIYA LI JINAN ZÊDE DIBIN

Şîddeta li ser jin û zarokan di sala 2019’an de zêdetir bû. Di raporên ku sala 2019’an de hatî eşkerekirin tê gotin ku li Îranê şideta li ser jinan du qat zêde bûye.

KUŞTINA JINAN SERBEST E

Di Hezirana 2019’an de Şaredarê berê yê Tehranê bi navê Mihemed Elî Necefî hevjîna xwe Mîtra Ustad qetil kir. Dadgeha Tehranê li şûna ku Mihemed Elî Necefî ceza bike, destxweşî lê kir. Li gorî qanûnên İranê ger sûcek bikeve di çerçoveya qetla namûsê de ceza nadin wî kûjerî. Heta wek “qetla helal, xwîna helal” tê dîtin. Bi sedan jin salane ji ber vê qanûnê bi heman kiryaran re rû bi rû dimînin. Ji ber heman zihniyetê havîna 2019 li Bajarê Sine du xwîşk ji aliyê birayên xwe ve hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Saziya Alikariya Lezgîn a Civakî, li Îranê tundiya li ser jinan li gorî salên berê zêde bûye.

JINAN BI MADEYÊN HIŞBIR JI RÊ DERDIXIN

Sala 2019’an di encama kriz û kaosên di nava civakê de derketî hişt ku bêkarî, feqîrî, birçîtî zêde bibe. Vê rewşê herî zêde li ser jinê bandor kir. Qeyrana ku di nav civakê de pêşket bu sedem ku şîdeta li ser jin zêdetir bibe. Her wiha şîdeta li ser jinan jî hişt ku jin zêdetir maddeyên hişbir bikarbînin. Her wiha dewletê jî bi zanebûn jin teşwîqî bikaranîna madeyên hişbir kir. Li gorî vê yekê di sala 2019’an de 165 hezar jin maddeyên hişbir bikaranîne. Berpirsiyarekî yê girtîgeha Qerçek ku jinên girtî lê pir zêde ne diyar kir ku ji sedî 50 girtîyên jin ji ber madeyên hişbir bikaranîne û firotine, hatine girtin.

ÊRÎŞÊN LI GIRTÎGEHAN

Di sala 2019’an de êrîşên li ser girtiyên jin dewamkir. Li girtîgehên weke Evîn, Kehrîzek, Urmiye, Sine û bi taybetî jî li gitîgeha Qerçek sala 2019’an de erîşên herî mezin li ser jinan hate kirin. Girtîgeha Qerçek ku li Tehranêye û weke girtîgeha tirsê a Kehrîsek jî tê naskirin, di asta jor de êşkence li jinan hatin kirin.

Di îlona 2019’an de 200 girtîyên jin ji serokê rêxistina girtîgehan a Tehranê re nameyek nivîsandibûn. Di nameyê de rewşa girtîgeha Qerçek, şert û mercên jiyanî û êrîşên li ser jinan tên kirin anîbûn ziman. Di wê nameyê de hatibû ziman ku ji ber êrîşên zêde jin dixwazin xwe bikujin.

Li gorî daneyan, di girtîgeha Qerçek de zêdetir ji 2 hezar jin ku hinek ji wan tevî zarokên xwe hene.

Di sala 2019’an de li gorî salên din girtina jinan zêdebûn. Ji bo ku jin dest ji çalakiyên xwe berdin cezayên nêzî 30 sal dane çalakvanên jin.

ZEWICÎNA DI TEMENÊ BIÇÛK DE

Yêk ji mijarên ku di sala 2019’an de derket pêş zewaca di temenê biçûk de bû. Li gorî qanûnên Îranê zaroka keç dema dibe 13 salî dikare bê zewicandin. Sala 2017’an daxuyaniya ku ji aliyê saziya midûriyeta nifûsê ve (septî ehwal) li ser zewaca di temenê biçûk hatî dayîn de tê eşkerekirin ku 234 hezar zarokên jêr temenê 15 salî hatine zewicandin. Ji wana 194 hezar zarokên keç in û temenê wan di bin 10 salî de ye.

Sala 2019’an da daxuyaniya Elî Kazimî ku şêwirmendê nûnerê hiqûqî yê dadgehê ye hat gotin ku salane 500 heta 600 hezar zarok li İranê dizewicin. Sala 2019 ji bo ku temenê zewicandina keçên biçûk bilind bibe ji aliyê nûnerê jinan ê li meclîsê pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê hat kirin. Lê ev pêşnûme ji aliyê komisyona meclisê ve nehat qebûlkirin.

ÇALAKIYA KEÇA ŞÎN

Di Îlona 2019’an de keça bi navê Seher Xudayarî ku 29 salî bû ji bo ku qedexeya çuyîna jinan a stadyûmê protesto bike li hember dadgeha Tehranê xwe şewitand. Seher ji ber ku ji futbolê hezdikir ji bo ku lîstoka kluba Îstiqlalê a futbolê temaşe bike çûbû stadyûmê lê li wê derê hatibû destgîrkirin. Piştî ku Seher tê berdan diçe ku tiştên xwe (wek telefon û hwd) ji dadgehê bigire. Lê jêre tê gotin ku hê 6 meh cezayê wê heye û pêwîste wî cezayê xwe jî di demeke nêz de bikişîne. Seher jî li dijî vê zihniyetê diçe ber dadgeha şoreşê a Tehranê û bedena xwe dide ber agir. Ya rastî çalakiya Seher ne tenê li dijî qedexekirina stadyûmê bû. Di heman demê de li dijî zihniyeta rejîma İranê a ku her tiştî li ser jinan ferz dike û qedexe dike bû. Ji ber ku rengê tîma Îstiqlalê şîn bû Seher jî wek keça şîn hate binavkirin. Piştî çalakiya Seher ku bertekên jinan her ku çû mezin bû rejîma İranê neçar ma ku destûrê bide ku jin biçin stadyûmê.

HEJMARA KÊM A JINAN A LI PARLEMENTOYÊ

Di meclîsa Îranê de hêjmara jinan gelek kêm e. Di meclîsê de ji 290 parlamenteran 17 jin hene. jinên di meclîsa İranê de cih digirin ji bo ku kursiyên jinan zêdebibin pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê kiribûn. Lê ev daxwaza wan 18’ê Nîsana 2019’an ji aliyê meclîsê we hate redkirin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ SERDANA GUVEN KIRIN

Leyla Guven li dijî tecrîda İmraliyê 200 rojan di greva birçîbûnê de ma. Dema çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikir, dayîkên aşitiyê yên Rojhilatê Kurdistanê di Gulana 2019’an de serdana Leyla Guven kirin.

XEBATÊN KJAR’Ê

KJAR (Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilat) wek her sal 2019’an jî xebatên xwe ên ji bo azadiya jinan dewam kir. KJAR’ê li dijî kiryarên rejîma İranê bang li hemû jinan kir da ku li dijî faşîzma dewletê û tundiya li ser jinan û civakê bibin yek û têkoşînê bikin. Bi vê armancê KJAR’ê di Tîrmehê de pêngava bi navê; “Li dijî tundiyê yek bin, têbikoşin û azad bibin” ragihand.