Li Rojava Komxebata Jin û Parastinê dest pê kir
Komxebata Jin û Parastinê bi dirûşma "Hêza Xweser a Jinê, Misogeriya Civaka Azad e" li Kobanê dest pê kir. Nûnerên 16 hêzên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û 160 delege beşdarî komxebatê dibin.
Komxebata Jin û Parastinê bi dirûşma "Hêza Xweser a Jinê, Misogeriya Civaka Azad e" li Kobanê dest pê kir. Nûnerên 16 hêzên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û 160 delege beşdarî komxebatê dibin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Eyşê Efendî, Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed, Cîgira Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fayîza Ebdê, Berdevka Fermî ya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Nûnerên Rêveberiya Xweser û hejmarek mêvanên din beşdarî komxebatê bûn.
Nûnerên Hêza Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin), Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD), TKP/M, Hêza Azadiya Jinê, MLKP, Hêzên Jinê yên Bethnahrîn, Yekîneyên Antî Terorê, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), YPJ, HPJ, Hêzên Parastina Jinê yên Şehbayê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di komxbatê de amade ne.
Komxebat wê 2 rojan bidome û 5 rûniştin lê bên lidarxistin. Di rûniştina destpêkê de wê bandora şerê li Rojhilata Navîn li ser jin û zarokan bê nirxandin. Mijara rûniştina duyemîn jî, li dijî dewlet û zîhniyeta baviksalariyê, girîngiya xweparastina jinê. Di rûniştina sêyemîn de wê rola jinê di xweparastinê de, di rûniştina çaremîn de pênaseya hêzên leşkerî yên jinê û di rûniştina dawî de jî girîngiya avakirina hêza leşkerî ya jinan a neteweyî bên nîqaşkirin.
Di beşa destpêkê ya komxebatê de Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêşengiya civakê û parastinê de . Yûsif got, "Jinê li her qadên şer û parastinê xwe îspat kiriye. Jin bûye hêza ku sîstema kapîtalîst têk dibe. YPJ'ê li Rojava ev yek îsbat kir û rastiya sîstema kapîtalîst derxiste hole."
Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got, "Berxwedana jinê li Rojava ji bo hemû jinan e û rastiya sîstema desthilatdar derxist holê. Ji ber vê yekê jî ji hemû jinan re bû hêvî. Bûye hêviya avakirina civakeke nû li ser xaka Mezepotamiyayê û ji nû ve vejînkirina mîrateya jina pêşeng."
Piştî Foza Yûsif, endama Koordînasyona Xweseriya Demokratîk a Rojava Bêrîvan Hesen peyivî.
Bêrîvan Hesen di destpêka axaftina xwe de ragihand, pêkanîna vê komxebatê ji bo jinan gaveke dîrokî ye û got, "Bi berxwedana YPJ'ê ya li Kobanê re her kesî hêza jinê nas kir. Bi taybetî YPJ'ê di qada leşkerî de bi roleke mezin rabû."
Hat ragihandin, piştî nîşandana sînevîzyona li ser rêxistinên leşkerî yên jinan, wê rûniştina yekemîn dest pê bike.