Li Qamişloyê komxebata ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Meclîsa Jinan a PYD’ê li Qamişloyê komxebata “Jin, Jiyan, Azadî” lidar xist.

Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya qonaxa 4`emîn an pêngavê de, ku bi dirûşma “Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî” destpê kiriye, komxebatek bi navnîşan “Di Têgîna felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de” li hola navenda giştî ya PYD`ê ya bajarê Qamişlo lidar xist.

Di komxebatê de jinên rewşenbîr û nivîskar, endamên Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD`ê yên li bajarê Qamişloyê amade bûn.

Komxebat ji aliyê Endama Akademiya Jineolojiyê Sosin Yûsif ve hat birêvebirin. Sosin destnîşan kir ku “Jin, Jiyan, Azadî” hevkêşeyeke sihrî ye, bi zihniyeta desthildarî her sê têgîn ji hev hatin veqetandin, lewra her sê jî bê wate tê jiyîn, ev felsefe ji milê jinan ve divê baş bê fêmkirin û analîzkirin û wiha got: “Jin ji jiyanê, jiyan jî mê ye hemû têgînên ji xwezayê mê ne. Azadî jî vedigere dayikê, fikra hevkariyê di komînaliyê de ye, di têgîna Amargî de jî hatiye wateya rêveberiya dayikê. Ev tê wateya ku xweza bi jinan hatiye naskirin, xwedawendî jî mînaka vê yekê ye.”

Sosin bal kişand ku ev dirûşme ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin û da zanîn ku wî ev dirûşme di 8`ê Adara 2013`an de daye û niha bûye cîhanî, dema ew bi xwe got Kurdistan mêtingeh e, bal kişand ser jinan jî û wiha pê de çû: “Ev sedsal a şoreşa jinan e, divê jin pê re dîroka xwe nas bikin. Mînaka wê jî Jîna Emînî ye ku da isbatkirin pergala heyî rê nade jin azad bibe. Hewil dide bi hedefgirtina jinên pêşeng rê li ber azadiya jinan bigire û bi azadiya jinan dê pergala wan hilweşe.”

Di axaftina xwe de Sosin Yûsif diyar kir ku bi artêşbûna jinan di sala 1993`yan de, jinên pêşeng yên di nava Tevgera Azadiyê de bi fikra Abdullah Ocalan bûn xwedî mîrateyekê, niha jî bi fedekarî û berxwedanê serkeftinê misoger dikin.

Dûre sinefîzyonek li ser dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat pêşandan. Piştre beşdaran jî destnîşan kirin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li gel wan destkeftiyeke girîng e, ew ê bi wê xwe ji fikr û ziniyeta baviksalariyê rizgar bikin û şoreşa jinan a Rojava jî biparêzin.

Her wiha dan zanîn ku divê ew “Jin, Jiyan, Azadî” bi wateya wê ya rast bigirin û bi têkoşînê naveroka wê dagirin. Lewra divê jin bêhtir ji zayenda xwe hez bikin, guhertina ku niha ber bi azadiyê ve tê kirin, bidomînin.

Jinan komxebat bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî kir.