Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê çalakiya edaletê
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, vê hefteyê jî domiya.
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, vê hefteyê jî domiya.
Çalakiya ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî dewam kir.
Çalakiya edaletê ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê hate lidarxistin, Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.
Jin di saet 14.00’an de li pêşiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk kom bûn û pankartên wêneyên sê şoreşgerên jin ên Kurd û flamayan ber bi buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan.
Di meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin.
Li pêşiya buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin û ji bo balkişandina qetlîama li Parîsê şano hate kirin.
Koma şanoyê ya bi navê “Compaîne bîen a voûs Armanç Kerboranî” bal kişandin ser qetlîamên li ser jinan û jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê li bazarên koleyan ew difirotin.
Çalakî bi daxwaza ku bila Fransa rastiyan eşkere bike, bi dawî bû.