Li Moskovayê cangoriyên qetlîama Parîsê hatin bibîranîn

Li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

Kurdên li Moskovayê dijîn di salvegera şehadeta sê jinên Kurd ên şoreşger de, çalakiyeke bibîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Sê jinên şoreşger ên Kurd li bajarên cihê yên Rûsyayê jî tên bibîranîn.

Di bibîranîna li Moskovayê de Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovayê Tera Qadir axivî. Qadir diyar kir ku Sakîne Cansiz yek ji damezirînera PKK’ê ye û hemû jiyana wê di nav têkoşînê de derbas bûye. Qadir got ku “Fîdan Dogan jî di nav xebatên dîplomasiyê de bû û gelekî hewl dida. Leyla Şaylemez jî di nav xebatên ciwanan de cih digirt û bi awayekî çalak tevlî nav xebatan dibû.”

Qadir bal kişand ser vî tiştî ku jinên Kurd di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her dem di eniyên pêş de şer kirine û îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayan didome.