Li Helebê meşa 25’ê Mijdarê
Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Taxa Şêxmeqsûd meşek girseyî li dar xist.
Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Taxa Şêxmeqsûd meşek girseyî li dar xist.
Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jînan a Navneteweyî de li Taxa Şêxmeqsûd meşek girseyî li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan tevlî meşê bûn.
Meş ji qada Şehîdan a rojhilatê Taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" û "Jin, jiyan, azadî..serbixwe azadî" hatin berzkirin.
Meş li qada Cebenet a rojhilatê veguherî mîtingê. Li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan Rewşen Nesan sedema ragihandina 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê diyar kir.
Rewşen Nesan got, ji bo mîsogeriya azadiya jinan û bidawîkirina tundiya li ser wan pêwîst e jin xwe bispêrin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Mîtîng bi dirûşmeyên"Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.