Li dijî êrîşên sîstemê, jin divê nirxên xwe biparêzin
Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku li dijî êrîşên sîstema bi serweriya mêr divê jin nirxên exlaqî û siyasî biparêzin û got, ev yek wezîfeyeke mirovane ye.
Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku li dijî êrîşên sîstema bi serweriya mêr divê jin nirxên exlaqî û siyasî biparêzin û got, ev yek wezîfeyeke mirovane ye.
Endama PAJK'ê Viyan Leyla beşdarî bernameya Xwebûnê ya li Jin TV bû û têkildarî neteweperestî û zayendîperestiyê nirxandin kir.
Viyan Leyla anî ziman ku neteweperestî bi giranî li saziyên leşkerî tê birêxistinkirin û got, li van qadan ji bo leşker bêne motîvekirin jin weke metayeke zayendî tên bikaranîn. Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku hêzên serwer dema ku şerekî didin destpêkirin, destpêkê dest diavêjin jinan, jinan weke xenîmetê dibînin û anî ziman ku jinên li ber vê yekê radibin, timî dibin hedef. Viyan Leyla li ser mijarê ev nirxandin kir:
Yek lingê lîberalîzmê yê ku herî zêde bi hestê civakê re dilîze neteweperestî ye. Ev bîrdoziyeke çawa ye? Xwe çawa rêxistin dike?
Netewperestî ji bo tevizandina mejiyê mirovan, ji bo di xew de hiştina civakan, ji bo mîna afyonekî civakê bêaqil, bêhiş bihêle ji hêla pergalê ve wekî amûrekî esasî tê şixûlandin. Wekî bîrdoziyeke sereke pêşkêş dike. Bi taybetî modernîteya kapîtalîst bê neteweperestî nikare bijî. Çima? Ji ber ku di mantiqê modernîteya kapîtalîst de pêşxistina netewe dewletan heye. Ji bo vê yekê pêwîstiya wî bi netewperestî heye. Her wiha, modernîteya kapîtalîst hemû civakan çawa bi rêve dibe? Perçe dike, dabeş dike û bi vî rengî birêve dibe. Neteweperestî nirxên girêdayî neteweyan ji eslê xwe derxistin, di bin tehekkûma desthilatdarî de hiştin û li gorî berjewendiyê li dijî civakê şixûlandin e. Ji bo ku neteweperestiyê ava bikin nirxên civakî û neteweyî wekî ku tiştên xwedayî ne, tiştên mutlaq in, nayên nîqaşkirin nîşan didin. Ev çi ne? Yek ziman e, yek nasname ye, welat e, bawerî ye. Ziman neteweyî dikin, olê neteweyî dikin, welat neteweyî dikin. Li Tirkiye gelek zimanên cuda hene. Kurdî, Tirkî, Ermenîkî û hwd. Lê zimanê neteweyî Tirkî ye. An jî gelek bawerî hene lê olê neteweyî çi ye? Îslamiyeta Sûnnî ye. Di nav welat de gelek netewên cur bi cur dijîn lê welat, ax wekî ku axê Tirkan e tê pênasekirin. Netew ne bê ziman, bê ax, ne jî bê nasname û bê bawerî dibe. Ev nirxên xwezayî ne. Di mantiqê netewperestî de yek destî heye. Pir zimanî, pir bawerî nîne. Niha pergala heyî pergaleke faşîzan e. Mirovan wekî êrîşkaran rêxistin dikin. Mirovan ewqasî çavsorî perwerde dikin ku mirov wê ji mirovbûnê çawa derbikeve, mirovên ji bo desthilatdarî canê xwe bidin wê çawa ava bikin taybet li ser van kar û xebat dimeşînin. Mînak ewqasî alê derdixin pêş û pîroz dikin di roja me îro de mirov ji bo alan hevdu dikujin. An jî netewekî serwer ewqasî pîroz dikin tu her roj wekî zarokekî xwe fedayî wî neteweyî dike, ji bo wî sond dixwî. Em ji Tirkiye dizanin. Gelek zarokên xwedî bawerî û netewên cudatir her serê sibê ji bo netewa Tirk sond li ser navê xwe fedakirina netewa Tirk dixwînin. Di mantiqê netewperestî de êrîşkar avakirin heye. Mirovan çawa bikin dijminê hev, mirov çawa bi hev re nikaribin bijîn, yanî mirov çawa perçe bibin li ser vê kar dikin.
Tirsa pergalê ji pir zimanî çi ye? Ditirse an jî bi armanceke din tevdigere?
Di nav de tirs jî heye lê me got armanca desthilatdarî yekdestî ye, yek mantiq e. Yan reş e, yan spî ye. Yek ziman heye, yek netew, yek ol, yek al heye. Jixwe ger ne wiha be wê desthilatdarî jî nebe. Li cihekî mirov birêxistinkiriî bin, pişt hevdu bigirin, bi hev re di nav aramî de bijîn li wir desthilatdarî nikare xwe bi rihet rêxistin bike. Divê civak perçe perçe bibe ku xîtabî hestên netewperest ê civakan bike. Dema ku desthilatdarî dikeve tengasî yanî li hemberî nerazîbûn pêş dikeve çi dikin? Dibêjin ol ji dest diçe, êrîş li ser olê me heye, yek olî derdixin pêş, yên din ji qetlîaman derbas dikin. Dû re xwe wekî çareserker nîşan didin. An jî şerê navxweyî derdixin. Em di Rojhilata Navîn de her roj dibînin. Ereb û Kurd, Kurd û Tirk li hev nakin. Ereb û Cihû li hev nakin û hwd. Ger beşekî holîgan, fanatîk girêdayî wan nebe, yanî wekî eskerên wan nebe û amûrên zor û tundiyê li ser beşên din ên civakê nede şixûlandin nikarin wek desthilatdar berdewam bikin. Hemû netewe dewlet van rêbazan dişûxilînin. Mirovan bi yek tîp kirin re di esas de wê çawa leşkerên desthilatdariyê ava bikin li ser vê dixebitin.
Di vir de têkiliya netewperestî û olperestî jî pir xurt e, di nav hev de ne
Jixwe ne gengaz e mirov van zîhniyetan ji hev cuda bike. Olperestî jî amûrê netewperestî ye. Olperestî jixwe amûrê pergalê ye. Mirov dikare wekî amûrê amûran pênase bike. Netewperestî ne tenê olperestiyê heman demî zayendperestî û zanistperestiyê jî wekî amûrekî dişûxilîne.
Di roja me îro de welatparêzî û netewperestî jî pir tevlî hev dibin. Em dikarin bêjin her du yek tişt in?
Ji hev cuda ye helbet. Nirxên welat, ax û çand tiştên xwezayî ne. Her însan dema wekî însan hebûna xwe diyar dike bi van nirxan ve mirov dibe mirov. Bi nirxên civakî ve dibe însan, bi nirxên ax ve dibe însan, bi nirxên çand ve dibe însan û hebûna xwe temam dike. Dema netewperestî pêş dikeve û nirxên welatparêzî desteser dibe di mirovan de ev mantiq pêş dikeve: 'ez her tiştî ji bo welatparêziyê biparêzim, ji bo mirovekî baş ê welatparêz ava bikim'. Yanî van kiryarên netewperestî wekî fikrekî netewperestî pêş naxîne. Dema desthilatdarî vana dike qaşo do bin navê welatparêzî de dike. Lê divê tiştên ku desthilatdarî pêşkeşî me dike em ji tersê wê bixwînin. Welatparêziya rast nirxên xwezayî yên girêdayî çand, ax û hwd. yên însana ye. Mirov bixwe parastina van nirxan dike. Mirov bixwe parastina ziman, ax dike. Lê netewperestî çi dike? Dibêje, Hûn di bin xeterî de ne, di bin gefê de ne, ji derve de êrîş hene'. Lewma bi mîlyonan dolar endûstriya parastinê ava kiriye, artêşa bi hezaran kesan pêk tê ava kiriye. Ji bo vê mantiqê xwe yê şer, mîlîtarîzm û êrîşkar rewa bike netewperestiyê bi vî şêwazî dişûxilîne.
Ev ji bîrdoziyên din kêmek cuda ye. Kes zû zû nabêje ez zanistperest im, an jî ez zayendperest im. Lê em civakê temaşe bikin helbet bê zana wiha dike lê xwe pir rihet wekî netewperest pênase dikin. Heta tevger li ser netewperestiyê tên avakirin. Ev jî milekî wê ya rastiya civakê ye?
Nirxên neteweyî û netewperestî tevlîhev kirin e. Di mirovan de vê yekê jî ava dikin. Wekî ku her tim di bin gefa perçebûn û êrîşê de ne, netewên din dijminê wê netewê ne. Mirovan bi vî şêwazî perwerde dikin. Ji piçûkahî ve zarokan digrin mekteban, di saziyan de wiha fêr dikin ku ger tu xwe neparazî û nebî netewperest wê netewên din êrîşî te bike, welatê te perçe bike, zimanê te tune bike, alê te bişewitîne. Bi van tirsan zarokan mezin dikin.
Kesên van dikin jî her tim jî serdest in.
Erê desthilatdar in. An jî tu diçe îbadetxaneyê wan fetwayên çawa didin? Heke tu xwedî li dewleta xwe, netewa xwe dernekevî, xwedî li olê xwe dernekevî wê ol ji destê te biçe, êrîşî te bikin û hwd. Di mirovan de tirsê adeta mîna împaratoriyê ava dikin. Mirovê ditirse çi dike? Neçar dimîne pêk tîne. Lê di her saziyan de mîna îbadetxane, leşkergeh, mekteb û girtîgehan de vana rêxistin dikin. Li gorî vê zîhniyetê mirov her roj sond dixwîne, her roj îbadet dike. Divê em rastiya mirov û civak baştir nas bikin. Bîrdoziya kapîtalîzm ji me re dibêje 'mirov gurê mirov e' Ev derewek e. Ji bo mirov ji hev bixeyidin, di nav aramiyê de nejîn van gotinan pêş dixin. Ji ber ku li cihekî krîz û kaos hebe li wir emrê pergalê dirêjtir dibe. Helbet dema li ser nirxên te yên civakî êrîşek hebe mafên te yên xweparastinê jî heye. Jixwe tevgera me li ser vê esasê derket. Li hember zimanê me, nasnameya me, statûya me, axa me êrîş hebû. Em mecbûr man serî rakin. Gelek tevgerên bi vî şêwazî jî hene. Li hemberî wan pêkanînên netewperest serî radikin, xwe rêxistin dikin û parastina nirxên xwe yên civakî dikin. Mafê mirovan yê parastinê heye divê em vê mafê teslîmî tu kesî nekin.
Netewperestî fikrê qirkirinê di nav xwe de dihewîne?
Ger tu li gorî yek neteweyî, yek rengî tevnegerî tu yê bê qirkirin. Gelek operasyonên fizîkî, îmha, qirkirinên baweriyekî, netewekî hê jî wekî polîtîkayeke sereke ya pergalê ye. Ji bo tirs ava bike wiha dike. Li cihekî tirs hebe li wir bê pirs qebûlkirin jî çêdibe. Ji bo şikandina mantiqê netewperestî şikandina dîwarên tirsê lazim e.
Îro li hemberî Tevgera we êrîşekî pir dijwar heye. Heta ev çend salên dawî çekên kîmyewî jî bi awayekî dijwar tê şixûlandin. Ev pir rewa tê dîtin. Bawer im ev jî girêdayî netewperestî ye. Çawa ku ol pîroz tê dîtin ji ber parastina wê netewê her tiştên derveyî exlaqa civakê jî pir rewa tê dîtin?
Li gorî zîhniyeta netewperest kî li gorî berjewendiyên desthilatdariyê nebin ew terorîst in, divê bên qetilkirin, ji bo qetilkirina wan çekên kîmyewî an jî nûkleerî bikar aniye ne xem e. Her cure pêkanîn rewa ye. Erê em wek tevger hîn bêhtir rû bi rû dimînin lê em cîhanê jî binêrin. Di şerê cîhanê ya duyemîn de Emerîka bombeya atomê bi kar anî, niha kes ne hesap dipirse ne jî deng derdixîne. Li Başûrê Kurdistanê li Halepçe qetlîama Enfalê pêk anîn, çekên kîmyewî bikar anîn. Bi salan bêdeng man, piştre dema Sedam Hûseyîn bi wan re nakok bû li dijî wî ev qetlîam hat şixûlandin. Niha roja me îro jî li ser me heman tiştî dişixûlînin. Şerekî kontra û îmhayê dimeşînin û ji bo vê hemû rêbazan dişûxilînin. Li hemberî çekên kîmyewî û nûkleer jî derketinek nîne. Îzolekirina tevgera me heye ev rastiyek e. Li derve antîpropagandaya me pir zêde tê kirin. Em dikarin bang li gelan bikin. Divê gel baştir bişopîne. Bêriya van polîtîkayên qirkirinê ya netewe dewletan em hemû di nav aramiyekî de dijiyan. Gelek netew bi hev re dijiyan. Di civakê de li cihêkî desthilatdarî neketiye ev nakokî nînin. Civak dewlemend e dikare her tiştî di nav xwe de bihewîne. Yên ku vê wekî talûke dibîne û ji bo civakê perçe bike û birihetî birêve bibe desthilatdar e.
Ev netewperestî li ser jinê bandoreke çawa dike?
Li vir jin wekî objeyeke cînsî dîtin heye. Netewperestî xwe herî zêde li saziyên leşkerî rêxistin dike. Di wan qadan de ji bo leşkerên xwe motîve bikin jin wekî metayeke cînsî dişûxilînin. Ji bo pêkanîna polîtîkayên netewperest pir zêde neyên lêpirsînkirin dema şerek derdixînin tecawûzkirina jinan, jin wekî xenîmet dîtin, jinan desteserkirinê rewa dibînin. Dema jinên siyasî tên binçavkirin di mantiqê netewperestî de tecawûzkirina wan rewa ye.
Qûrbaniyên hemû şerên netewperestî her tim jin in.
Wekî beden, wekî fikrî wekî ruhî jî her hatine şixûlandin.
Nêzîkatiyên zayendperestî çawa derdikevin?
Mirov dikare bibêje zayendperestî di hemû qadan de wekî rêbaza sereke tê şixûlandin. Di zayendperestî de armanc çi ye? Bi van hemû pêkanînên îdeolojîk tehekkûma li ser jin temamkirin e. Ew ê jin ji aliyê fizîkî ve desteser bikin, ji aliyê fikrî û manewî ve desteser bikin û jin jî wê qebûl bikin. Wekî koleyeke bi dil wê ji pergalê re kar bike. Li gorî vê yekê ev zîhniyet tê şixûlandin. Di mantiqê desthilatdarî de mêr kirde ye, jin jî obje ye. Di roja me îro de jin wekî objeyeke cînsî tê şixûlandin. Jin di sektora reklaman de amûra esasî ye. An jî bedena wê ji bo ajoyan tetmîn bike tê şixûlandin. Jin wekî hêza herî erzan tê şixûlandin.
Dema em ji dayik dibin wek xwişk û bira, keç û xort hinek rol ji me re tên dayîn. Ev wekî çand tê gotin lê em biçek fêm dikin dijîn lêkolîn dikin dibînin ku ev rolên ku zayendperestiya civakê daye me?
Pergala heyî bê mantiqê zayendperestî nikare emrê xwe dewam bike. Li gorî vê yekê berê xwe her tim dide jinê. Şîfreyên zayendperestî li malbatê dest pê dike, li dibistanên pergalê dewam dike. Jinê re çi rewa tê dîtin? Dibêjin, "qeder e, rastî ye, wiha hatiye wê wiha jî dewam bike, namûsa civakê ye gerek hûn jî li gorî vê tevbigerin." Heke tu li dijî qedera xwe derbikevî wê çi bibe? Li ser navê namûsê tu yê bê kuştin, tu yê rojane ji bav, bira û hevjînê xwe lêdanê bibînî. An jî tu yê ji aliyê pergalê ve bê girtin. Yan tu yê ji qedera xwe razî bibî nexwe tu yê tine bibî. Di vê pergalê de ger tu dixwazî bijî hindek tiştan bi awayekî nerm pêşkeş dikin. Qaşo dibêjin jina modern û azad. Jina modernîst kî ye, bi awaykî nerm mantiqê desthilatdarî dije ye. Ew bixwe heman tiştî li ser cînsa xwe dike. Li gorî wan zilam azad e, zilam serwer e, xwedî her mafî ye. Jin jî wekî zilam bibe dikare azad bibe. Lewma di nav jinan de reqabet pêş dixin, hesûdî pêş dixin, komployan pêş dixin. Piştre jî dibêjin jin hesûd e, komploger e, xeybker e û hwd. Ji bo jin xwe bigihînin jiyanekî modernîst çi dikin? Modaya pergalê pêşkeş dikin. Jinekî mînak nîşan didin. Ji cil û berg û her tiştê wê weke modelekê nîşanî jinan dikin. Jin adeta ji bo xwe bigihînin wê modelê dibezin. Di van salên dawî de pir ketiye rojeva jinan. Ji aliyê fizîkî ve modelek nîşanî jinê didin. Pora wê, çavên wê, bedena wê diyar dikin. Jin jî adeta bibez diçin operasyonên estetîk dikin û mûdaxeleyî bedena xwe dikin. Gotin jina xweşik jina zeyîf e, gelek jin çûn ameliyatên made kirin û jiyana xwe ji dest dan. Modernîteya kapîtalîst her tiştî çawa perçe perçe dike jinan jî di nav xwe de perçe dike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan weke neteweyan pênase dike. Yanî xwedî reng in, xwedî nasname ne, xwedî ziman in. Lê dema em temaşe dikin li vir jî yek tîp, yek destî heye.
Ji bo jinan wiha ye rast e. Li gorî desthilatdarî yek zayend heye ew jî zilam e. Lê jin jî wê çawa bibe bi yek deng û yek destî hatiye tanzîmkirin.
Hûn pênase dikin û dibêjin çanda tecawûzê. Ev li kudera zayendperestiyê dimîne?
Ev pêkanînên li ser jin, zilam û civakê hemû pêkanînên çanda tecawûzê ne. Hem rol diyarkirin, li gorî vê yekê perwerdekirin, li gorî vê yekê statûya cînsan bi awayekî tûj diyarkirin çanda tecawûzê ye. Çanda tecawûzê çi belavî civakê dike? Wê di qerekterê hemû têkiliyên jin û zilam de tacîz û tecawûz hebe, li gorî vê yekê têkiliyan rêxistin dike. Tacîz û tecawûz çi ye? Talan e, desteserkirin e, bêîrade kirin e yanî jinê bêdeng, bêhêz hiştin e. Serok wiha dibêje, pergal bi çanda tecawûzê di rastî de dixwaze pîrekan çêbike. Yanî jinan bike pîrek. Çima? Ji ber ku jin çiqasî bibin pîrek civak jî ewqasî dibin pîrek. Ji bo desthilatdarî jî ev lazim e. Pîrek kî ne? Kesên li hemberî qedera xwe dengê xwe dernaxînin, serê xwe ditewînin, tu îtîrazên wan nîne. Lêpirsîn nakin. Jin çiqas bibe pîrek, zilam jî ewqas dibe pîrek û civak jî ewqasî dibe pîrek.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo zayendperestî dibêje, hemû bîrdoziyên dewlet û desthilatdariyê çavkaniya xwe di serî de ji helwestên zayendperestî digre. Yanî bingeha hemûyan zayendperestî ye. Di vî milî de jî hişyarbûnek pewîst e?
Avabûna şaristaniya dewletparêz bi pêkanînên zayendperest re çêbû. Yekem êrîş li ser jinê çêbû. Li gorî vê yekê bi awayekî sîstematîk xwe rêxistin kirin, heta ku jin bê îrade nekirin û teslîm negirtin nikarîbûn pergala xwe dewletdar jî birêxistin bikin. Jin jî hema xwe teslîm nekir helbet. Her tim berxwedanî, têkoşîn serî rakirin jî çêbûye. Lewma her diçe pêkanînên zayendperest li ser jinê kûrtir dibe. Ger bi giştî hatiba teslîmgirtin dibe ku desthilatdarî pêdîviyeke wiha jî nedîtiba.
Me hewil da du beşan de her çar lingan nîqaş bikin. Wek giştî xilasbûna me ji van wê çawa bibe?
Ev her çar lingên em nîqaş dikin duayên esasî yên kapîtalîzmê ne. Çawa di her karekî de bîsmîllah tê kişandin, pîrozahiya kapîtalîzmê jî ev her çar ling in. Heke em dixwazin li dijberî wan bisekinin divê em destpêkê vê bîsmîlaha wan red bikin. Dema me red kir em dikarin alternatîfa wê jî hîn xurttir rêxistin bikin. Kapîtalîzm rastiya xwe wekî rastiyeke mutlaq nîşan dide. Em wek jin, wekî neteweke bindest şahîd in ku ev bîrdozî ji bilî talan, xwîn, êş, azar tiştek ne aniye, pirsgirêkan hîn kûrttir kiriye, kaosan derxistiye. Di roja me îro de aramî, azadî û wekheviya civakan ji holê rakiriye. Zayend û netewan kiriye dijminê hev. Li cihekî bi vê şêwazê jiyan hebe mirov nikare behsa jiyanê jî bike. Ger em dixwazin jiyana xwe ya civakî li gorî nirxên me yên rast û polîtîk ava bikin divê destpêkê em vana red bikin. Helbet li gel vê xwe rêxistinkirin jî lazim e. Heke em bêrêxistin bin em ê li hemberî êrîşên van çekan vekirî bin. Têkoşînkirin lazim e. Divê em faaliyetên xwe yên civakî rast înşa bikin. Rastiya civakê pir rengî ye, pir dengî ye, dewlemendî ye. Niha dixwazin rastiya civakê bi awayekî berevajî pêşkeşî me bikin û em jî vê yekê qebûl bikin. Lê helbet divê em li dijî wan nirxên xwe yên exlaqî û polîtîk ên civakî biparêzin. Ev erkekî mirovahiyê ye.