Li Adigeyê 2. Konferansa Jinê ya Kurd hat lidarxistin
Jinên Kurdistanî yên li Adigeyê, 2. Konferansa xwe li dar xistin. Di konferansê de ji bo azadiya Ocalan biryar hat girtin ku têkoşîn bê mezinkirin û akademiya jinê bê vekirin.
Jinên Kurdistanî yên li Adigeyê, 2. Konferansa xwe li dar xistin. Di konferansê de ji bo azadiya Ocalan biryar hat girtin ku têkoşîn bê mezinkirin û akademiya jinê bê vekirin.
Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adigey a girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn, bi tevlîbûna 80 delegeyî ve 2. Konferansa Jinê ya Kurd li dar xistin. Konferans ku di salvegera qetilkirina Dayika Taybet de hat lidarxistin, diyarî Dayika Taybet hat kirin.
Di konferansê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, Endama Tevgera Jinê ya Kurd a Rûsyayê (TJKN) Asmîn Kobanê axivî, destnîşan kir ku ji bo jin xwedî li îradeya xwe ya azad derkevin, xwedî li nirxên xwe yên cewherî derkevin, ji bo têkoşîn bikin û azadiyê jinê pêk bînin, pêwîst e li dijî sîstema baviksalarî têkoşînê mezin bikin.
Di konferansê de ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jinê û têkoşîna jinê hatin xwendin, rapora xebatên TJKN a du salan hat nirxandin. Di Konferansê de ku pirsgirêkên jinê bi kûrahî hatin nirxandin û têkîldarî hêza çareseriyê divêtî hatin gotûbêjkirin, biryarên girîng hatin dayîn.
JI BO OCALAN BANG
Di axaftinan de bal hat kişandin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azqadiya jinê ye, ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina têkoşînê li jinan hat kirin.
Di Konferansê de ku mijarên zewicandinên pêşwext, perwerdeyên jinên ciwan, veguhestina nirxên cewherî ji bo nifşên nû û têkoşîna li dijî bişavtinê jî hatin nîqaşkirin, hat destnîşankirin ku pêwîst e Kurdistanî li ser esasê sîstema KCK’ê li gund û bajaran rêxistinbûyinên mîna meclîs, komunan bi pêş bixin.
Di konferansê de li gel serok û cîgirên TJKN’ê, ji bo meclîsa jinê 25 kes hatin hilbijartin.