Komkujiya Parîsê li Helsînkiriyê bi mîtîngekê hate şermezarkirin

Di salvegera 7'an de a qetilkirina ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê mîtîngeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Komeleya Jinê ya Ronak û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve li navenda bajêr hate lidarxistin.

Di mîtîngê de siyasetmedarên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî hatin bîranîn ku di sala 2016'an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin.

Qisekeran diyar kirin ku li gel hebûna belgeyan a nîşan dide ku komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, edalet hîn jî pêk nehatiye.

Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn, find hatin vêxistin û qeranfîl hatin danîn.