'Jinên li Roboskî bi rêya têkoşînê bi xwe ve hatin'
Komkujiya Roboskî ku weke rûreşiyê di dîroka Tirkiyeyê de cih girt, ket sala pêncan.
Komkujiya Roboskî ku weke rûreşiyê di dîroka Tirkiyeyê de cih girt, ket sala pêncan.
Hest mîna roja destpêkê teze ne, biryardariya têkoşînê jî her bi roj mezintir dibe. Piştî komkujiyê bala mirovan demeke dirêj li ser gelê Roboskî bû. Di nava vê demê de gelek tişt hatin nivîsandin, hatin gotin. Aktîvîsta aştiyê Meral Geynalî ku piştî komkujiyê li Roboskî bi cih bû, ji aliyê jinê ve qala vê dema bihurî kir.
'JINAN DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIRIN'
Geylanî bibîr xist, piştî komkujiyê ew li gundê Roboskî bi cih bûn û got, "Dema em hatin, komkujî hê nû pêk hatibû. Hin jinên li gund nikarîbûn baxiviyan. Gelekî lewaz bû bûn. Nikarîbû li kesî binêriyan. Jin bi rêya têkoşînê bi ser xwe ve hatin. Lêgerîna li edaletê, lêgerîna li eşkerekirina kiryaran, kêm jî be bi kêrî jinan hatin. Hin dayik nizanin bixwînin û binivîsînin, lê belê welê daxive... Li şûna ku rûnên û bigirîn, tevlîbûna li nava têkoşînê ew xurtir kir."
'LÊ ÊŞ HÊ JÎ LI KÛRAHIYA DIL E'
Geylanî diyar kir, dema ew nû hat Roboskî jinan tenê kincê reş li xwe dikirin û wiha dewam kir: "Bifikirin; wan bedena zarokên xwe yên hatin kuştin dîtin. Jinên ku heta wê rojê fîstanên reng bi reng li xwe dikirin, êdî reş girê dan. Piştî ku tevlî nava têkoşînê bûn, ew rengên berê hêdî hêdî vegeriyan. Piştî komkujiyê, yekemcar li dû hilbijartina 7'ê Hezîranê govend hate gerandin. Lê êş dîsa jî di kûrahiya dil de heye. Ew êş her tim heye."
'DOZ HATIN VEKIRIN, TÊKOŞÎN MEZINTIR BÛ'
Geylanî anî ziman, têkoşîna jinan weke heqaretekê hatiye dîtin û got, "Doz li wan vekirin. Zarokên we, hevserên we bi bombeyan tên kuştin û piştre jî doz li we tê vekirin. Gelo ev li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin? 500 roj piştî komkujiyê, malbat çûn cihê komkujî lê hate irin. Li wê jî doz vekirin. Dîtina wê nuqteyê hinekî mirov rehet kir. Rê ber bi wê derê ve hate çêkirin. Diviyabû li wê derê peykerekî biçûk ji bo bîranînê hatibûya çêkirin. Piştî wan dozan, jinên ku qet tênedikoşiyan tevlî têkoşînê bûn."
'DIVÊ MIROV BI VAN MIROVAN RE BIJÎN'
Geylanî bal kişand ser zexta giran a li wan tê kirin û wiha dewam kir: "Di pêvajoya çareseriyê de kûle li gundê me hatin çêkiri. Li şûna ku bingeh ji aştiyê re bê danîn, bingeha kalekolan hatin danîn. Yên tên vir û diçin, ji bo karekî tenê rojekê tên. Divê xebat bên dewamkirin. Lazim e mirov wextekê li vir bimînin. Ji ber ku pêwîstiya vê derê bi vê heye. Ne hatin û çûn, pêwîst e mirov li vê derê bi van mirovan re bijîn."