Jinên Kerkûkê: Ji kuştina jinan re ‘NA’

Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li Kerkûkê li dijî kuştina jinan daxuyanî da û banga rawestandina kuştina jinan kir.

Li Kerkûkê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li dijî kuştina jinan û xwekuştina jinan daxuyanî da.

Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê Dilvan Ekrem daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Di destpêka sala 2020’an de li Herêma Kurdistanê û Iraqê  hejmarek jinan xwekuştiye, yan xwe şewitandine. Hefteya borî jî li taxa Şorecî ya Kerkûkê jinek temen 40-45 salî bi kuştî hate dîtin. Herwiha li Ranya du jin û li Çemçemal jî jinekê xwe kuştin.

TÊKOŞÎN Û ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOME

Em weke RJAK’ê li hemberî xwekuştin û xweşewitandinê de bêdeng nabîn. Em ê çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê çalakiyên xwe yên ji bo şiyarkirin û rêxistinkirina jinan berdewam bikin da ku bigihîn mafên xwe. Daxwazê ji parlamenteran dikin ku mîna rêxistinên jinan beşdarî têkoşîna lihemberî xwekuştin û xweşewitandina jinan bibin.  Ew jina ku li bajarê me hatî kuştin û nasnameya wê nediyare, lê weke jin nasnameya wê diyare. Lewma divê yasa û polîs ji berî kuştina jinan berpirsyartî bigirin, ne ku piştî kuştinê serpereştiya dosya wan bikin.”