Jinên Ciwan ên Azad sê jinên têkoşer bibîr anî

Tevgera Jinên Ciwan ên Azad di salvegera 7’an a qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî. Jinên Ciwan banga tevlîbûnê li meşa 11’ê Çileyê ya li Parîsê kir.

Tevgera Jinên Ciwan ên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî û got: “Jiyan û têkoşîna her sê hevalan mîras û xeta me ya berxwedanê ji bo azadkirina hemu jinên Kurd û cihanê ye.”

‘BERDEWAMA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BÛ’

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ev êrîşek ku di pêvajoya aştiyê pêk hatin rasterast êrîşek li ser Rêber APO û Têkoşîna Azadiya Jin bû. Di vir de kesayetên pêşeng, xwedî rolên girîng hatin hedefkirin. Dewleta faşîst û qirker di siyaseta ne çareserkirina pirsgireka Kurd, qirkirin û imhakirina gelê Kurd biryara israrkirinê da. Ev berdewamiya Komploya Navdewletî ye.

Bi operasyona “Tolhildana Şehîd SARA” ya ku di Tebaxa 2017’ê de du rêvebirên MÎT’ê hatin girtin û di îtrafan de pîlankirina Komkujiya Parîsê bi awayekî zelal derket holê. Lêgerîna Azadiyê rêyek bêdawî ye û di 7’emîn salvegera şehadeta 3 Gulên Azad, em Jinên Ciwan ên Azad her sê şoreşgerên jin bibîr bînin û ev êrîşa hovanê bi hersek mezîn şermezar bikin.

‘RÊYA ME RONÎ DIKE’

Tolhildana Komkujiya Parîsê, xwerêxistinkirin û ruxandina pergala baviksalariyê ye. Ew ne tenê sê şoreşger, sê jinên Kurd bûn. Jinên ku ber bi azadiyê ve beziyan û bi meş û têkoşîna xwe ji hemû jinên Kurd û jinên cîhanê kesayetek bi minak bûn. Sara, Rojbîn û Ronahî sê tîrêjên tavê ne ku di her tarîtiyê de rêya me ronî dikin.

‘EM Ê LI SER RÊYA SÊ JINÊN ŞOREŞGER BIMEŞIN’

Li ser şopa heval Sara em ê ji çiyayên DErsim, Zindana Amed û bajarê Parîsê bimeşin. Jiyan û têkoşîna her sê hevalan mîras û xeta me ya berxwedanê ji bo azadkirina hemû jinên Kurd û cihanê ye. Bi hêz û baweriya ku me ji wan girt erka me ya sereke wek jinên ciwan ew e ku em xwe rêxistin bikin û têkoşîna azadiyê di xeta her sê jinên şoreşger bimeşînin. Li ser vê esasî em bang li hemû jinên ciwanên Ewropa dikin ku bi ruhê ciwantiyê û sekna Leylayan, Ronahiyan û Sarayan tevlî çalakiya 11’ê Çileyê li Parisê bibin.”