Jinên Başûrî: Em tundiya li ser jinan qebûl nekin

Jinên li Binarê Qendîl û Silêmanî li dijî tundiya li ser jinê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi têkoşînê jiyana azad ava bikin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gundê Qela Tûkan yê Binarê Qendîlê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Şilêr Mihemed ve hat xwendin. Şilêr Mihemed anî ziman ku tê zanîn jin bi hezaran sal in rastî qirkirin, tundî û destdirêjahiyan tên û got: “Ev çanda pênc hezar salî diyar dike û bûye sîstemeke tundiyê ku rojane li cîhanê bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinan tê meşandin. Her roj bi hezaran jin li ser navê namûsê dibin qurbaniyên mêr û dewletê.”

‘JIN, JIYAN, AZADΑ

Şilêr Mihemed da zanîn ku fafên mirovan xwe weke berpirsiyarê kuştin û texrîbkirina xwezaya jinan ya li cîhanê nabînin û wiha dom kir: “Bi taybet îro li Rojhilatê Kurdistanê ku bi qetilkirina Jîna Emînî û dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ deng veda. Em weke jin bi tu awayî rê nadin berdewamiya tundiya li ser jinê.“

AZADIYA CIVAKÊ

Şilêr Mihemed di dawiya daxuyaniyê de got ku ew ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî‘ ber bi azadiyê ve bimeşin û got: “Erka her jinê ye ku mafê xwe yê azadiyê biparêze û dest ji azadiya jinê bernede. Divê her kes bizane ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”

SILÊMANÎ

Rêxistina Feylî ya Mafên Mirovan, Rêxistina Jinên Karkerên Kurdistanê, Komela Jinên Kurdistan-Iraqê, Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK), Rêxistina Pêşxistina Jinên Kurdistanê, Meclîsa Jinan ya PYD’ê û Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li Parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin:

“Di dîroka zêdeyî 5 hezar salan de têkoşîna ji nû ve bidestxistina nirxên pîroz ên jin û dayikan îro jî didome. Ji bo vê armancê fedakariyên bêhejmar hatin kirin û destkeftiyên giranbiha hatin bidestxistin. Yek ji wan destkeftiyan bi têkoşîna xwişkên Mîrabel mohra xwe li dîroka jinê dan. Xwişkên Mîrabel di 25’ê Mijdara 1960’î de li Domînîkayê di dema dîktatoriya Rafael de hatin qetilkirin. Xwişkên Mîrabel ji bo hemû jinên cîhanê bûne sembola berxwedan û têkoşînê. Di sala 1981’an de femînîstên Amerîkî roja têkoşîna li dijî tundiyê îlan kirin. Di sala 1999’an de Netewên Yekbûyî roja 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî îlan kir.

Ji wê demê ve 25’ê Mijdarê bûye roja çalakiyên berfireh û xebatên hevpar yên li dijî tundiya li ser jinan û binpêkirina maf û daxwazên wê. Bi giştî li hemû welatên cîhanê ev roj bûye sembola têkoşîna jinan û hemû kesên ku bi azadiya jinê, wekhevî û mirovahiyê bawer dikin.

TÊKOŞÎNA JINAN

Ligel têkoşîna bê westan a jinan, pergala modern a baviksalarî û kapîtalîst hê jî hewl dide bi komplo û polîtîkayên hovane rê li ber têkoşîna jinan bigire û ji vê yekê naveke dudilî jî. Hewl dide jinan bikişîne ser xeta azadîxwaz û ji rol û meqamê bêpar bihêle. Ya ku tirsa herî mezin ji pergalê re afirandiye têkoşîn û pêşketina jinê ye. Ji ber vê yekê herî zêde mexdûrên hemû şer û tundiyê dîsa jinin.

QIRKIRINA JINÊ

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî her saetekê 5 jin, rojê 120 jin, mehê 3600 jin û salê 43 hezar jin ji aliyê mêran ve tên kuştin! Helbet eger em tundiya aborî, siyasî, xizanî, zindan, îşkence, şer, qirkirina sivîl, qirkirinên siyasî li xwepêşanderên civakî jî zêde bikin, ku berpirsyarê sereke yê van hemûyan desthilatdarî û dewleta faşîst ya kolonyalîste, wê rewşa metirsîdar ya jinan zêdetir dibe. Lewma em jin vê weke qirkirina jinê pênase dikin.

Rewşa ku îro li Başûrê Kurdistanê jin tê de dijîn xeter û trajîke. Tevî hewldan û zextên jinan ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe, tundiya fîzîkî, derûnî û zayendî, kuştin û neçarkirina xwekuştinê ya bi darê zorê didome. Ev hemû tundî û rewş bi siyaseteke taybet tên birêvebirin, li gel hemû astengî û zextên li ser jinan, desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ji ber zêhniyeta xwe afirandina van rewşan hêsan kirine. Li aliyê din sîstema kapîtalîst ya li Başûrê Kurdistanê ku jinan dike kole û di navbera çar dîwaran de hepis dike û ya din jî dike mal û pêşkeş dike, jin xistine rewşeke xeter û trajîk. Di warê siyasî, îdarî û civakî de herî kêm rola jinê heye, ger jin li vir û wir cihek an jî rolek bidest xistibe, ew qas berpirsyarî jê re hatiye dayîn ku şiyanên wê li ber çavan nayê girtin.

EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Weke jinên Kurd tevî fedekariyan em rojane hem li qadên parastina li dijî dagirkerên Kurdistanê didin. Her wiha em peyama xwe ji hemû jinên mexdûrên kolan û malan re dubare dikin û soz didin ku weke di dîrokê de me li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. Emê bi bawerî zêdetir berdewam bikin. Li dijî her êriş, dagirkerî, desthilatdariya paşverû û mêraniyê em ê têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin. Bi taybet pêşengiya jinên Kurd piştî têkbirina hêza terorîst ya DAIŞ’ê û şoreşa jinê, destkeftiyên ku me li ser asta cîhanê bi dest xistine gerdûnî bûne. Êdî tu polîtîkayên biçûkxistinê, tundî û mêraniyê nikare têkoşîn û xebata me rawestîne. Ji bo bidestxistina maf, azadiyên xwe, avakirina sîstemeke demokratîk û wekhev em amade ne her qurbanî bidin.

Em hewl didin ku di nav ferdên civakê de hişyariyê bilind bikin ji bo nehiştina lihevhatina eşîran ya li dijî yasayê û bihêzkirina serweriya qanûnê ya li hember sûcdaran ku sûcê tê kirin bê ceza nemîne. Her wiha ji bo vegera girîngiya mamosta, karmendan û parastina mirovahiyê bê cudahî, avakirina sîstemeke demokratîk û azad emê têbikoşin.

Di vê rojê de em hemû şehîdên Şoreşa Jinên Sûriyeyê bibîr tînin û têkoşîna xwe ya hevpar ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev xurtir dikin.“