Jinan li Rûsyayê li dijî tundiyê peyam dan

Jinên Kurd, Rûs, Azerî, Gurcu û Ermen ên li Rûsyayê bi hev re li dijî tundiyê peyam dan.

Jinên Kurd, Rûs, Azerî, Gurcu û Ermen, tundiya li jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şermezar kirin ku dema dawî zêde bûye.

Jinan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Peymana Stenbolê û ragihandin, civakên pêşketî hemû piştgiriyê didin vê peymanê.

Jinên Kurd, Rûs, Azerî, Gurcu û Ermen bi zimanê xwe bang kirin û destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna jinan.

Jinan bang li jinên li tevahiya cîhanê kirin ku bibin yek û li dijî tundiya li jinê têkoşîneke hevpar bimeşînin.