Jinan dewleta tecawizkar protesto kirin

Jin li Tirkiye û Kurdistanê ji bo Îpek Er a piştî çawîşê pispor ê Tirk Mûsa Orhan destdirêjî kir û dawî li jiyana xwe anîî kom bûn. Di çalakiyê de polîtîkayên tecawizê ya dewletê protesto kirin.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman ser şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Kolana Lîseyê ya li miqabilî Şaredariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan daxuyanî dorpêç kir û pankarta “Qeyûm dizîkirina îradeya gel e” desteser kirin.

Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Halîme Bayram daxuyanî xwend û got: “Di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din vîna gel desteser kirin. Em li dijî vê rejîma faşîst berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin. Carek din vîna gel nehat nasîn. Em carek din destnîşan dikin ku em bi vê hişmendiya xwedî derketina vîna gel li cem xelkê xwe ne.”

Bayram piştî daxuyaniyê nameya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî xwend.

Piştî xwendina nameyê Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren, Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen ku ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin derbarê nelirêtiya qeyûman de agahiyan dan.

Di dawiyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman di heman demê de polîtîkaya dijminantiya jinan e.

Piştî axaftina Guzel daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina diûrşman bi dawî bû.

LICÊ Û ERXENÎ

Rêxistinên HDP’ê li navçeya Licê û Erxenî yên Amedê jî têkildarî tayînkirina qeyûman daxûyanî dan çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.

CIZÎR

HDP’ê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman bi dûrişmeya “Em tev bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin” li ber rêxistina HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên herêmê, hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Mesut Ûckac ve hat xwendin.

Ûckac da zanîn ku bi awayên bêhiqûqî şaredariyên wan hatin desteserkirin û şaredariyên wan xizmeta gel dikirin û got: “Em wekî gelê ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin, li hemberî vê feraseta faşîzmê  berxwedana xwe didomînin. Hûn dikarin avahiyên şaredariyê  bi darê zorê desteser bikin lê hûn ê tu carî nikarin vîna vî gelî hildin bin destê xwe. Bi vê hişmendiyê, em hemû hilbijartiyên navçeya Cizîrê careke din didin nîşandan ku em bi gelê xwe re ne."

HEZEX

Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî li dijî salvgera tayînkirina qeyûman daxuyanî da û qeyûman şermezar kir.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê û hêrsa li dijî qeyûman nîşan dan. Li vir jî hat gotin ku wê tu kes nikaribe vîna gel desteser bike.

ENQERE

Endamên Platforma Jinan a Enqerê, derbarê bûyera tecawîzkirin û mirina Îpek Er de li Navenda TUM BEL SEN’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Zilaman fihêl nekin bi darizînin, Peymana Stenbolê bi cih bînin” hat daliqandin.

Endama platformê Zeynep Ulger, di civînê de axivî û wiha got: “Êdî tehemûla me nemaye ku ji me jinek din kêm bibe. Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin. Ji bo vê yekê em kom bûn. Piştî ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, li ser bertekên di medya civakî de Mûsa Orhan hat girtin. Bi sedan bersûcên mîna Zeynel Abakarov, Hasan Bîlgîlî û Şîrîn Unal bêyî ku bên darizandin û ceza li wan bê berîn di nava me de bi awayekê pir rehet digerin. Sûcên tacîz û tecawîzê yên li dijî zarokan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek herî mezin. Bi taybetî li bajarên kurdan, dewlet çavê xwe li van bûyerên tecawîz û tacîzan digire. Ev jî perçeyekê polîtîkayên şerê taybete.”

MÊRSÎN

Melîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev ne înttîhare, tundiya zilame! Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Gulay Şen, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser bi cih neanîna Peymana Stenbolê û xwest peyman bê bi cih anîn.

HATAY

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îskenderûnê jî derbarê mijarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê daxuyanî da çepemeniyê. Fatma Gureş, di daxuyaniyê de li ser navê platformê axivî û wiha got: “Emê tu carî destûrê nedin vê siyaseta qirêj. Divê hem Mûsa Orhan û hem jî hişmendiya ku temsîl dike bê darizandin û ceza kirin.”