Jinan dest avêtin şermezar kirin, polîsan êriş kirin

Destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê dest avêt jineke ciwan, li Stenbolê hate şermezarkirin. Lê belê polîsan êriş birin ser jinên ku çalakiya protestoyî kirin û 4 jin bi zorê destgîr kirin.

Çalakî ji aliyê endamên Rizgariya Jinan ve li qada Taksîmê hate lidarxistin.

Çalakgeran xwestin ji bo Îpek Er a ku piştî destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî, hesab bê pirsîn.

Jinan pankarta bi nivîsa "Sîstema serdestiya mêr kujerê Îpek e" hildan û dirûşmên "Em ê hesab ji kujeran bipirsin", "Dewlet a mêr wê hesab bide" qîriyan.

Di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk êriş kirin û çar jin ên çalakger bi zorê destgîr kirin. Hate ragihandin ku jinên hatine destgîrkirin Başak Yeşîlot, Gamze Taşçi, Berîvan Kûrt û Bûrcûgul Çûbûk in.