Jin nikarin sûdê ji xizmetên tendirustiyê werbigirin

Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku bi pandemiyê re jin nikarin sûdê ji xizmetên tendirustiyê werbigirin û xwestin dawî li van kirinan were.

Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku jin di warê xizmeta tendirustiyê de rastî arîşeyan tên.

Nûnerên saziyan diyar kirin ku di têkoşîna li dijî pandemiyê de xebatkarên tendirustiyê li pêş in û jin di qada tendirustiyê de ji sedî 70’ê ne. Nûneran bal kişandin ser vî tiştî ku lê jin dema ku dixwazin sûdê ji xizmeta tendirustiyê werbigirin rastî arîşeyan tên.

Nûneran gotin ku “Derbarê çareserkirina nexweşiyên bedenî û ruhî yên jinan jî xeynî tedawîkirinê, di warê sûdwergirtina ji xizmetên plansaziya di nav malbatê de, ducanîbûn, çavdêriya berî û piştî welidandinê, menopoz ê de astengî derdikevin pêşiya jinan.

Polîtîkayên derbarê serdema pandemiyê divê li gorî wekheviya zayendan dîsa were avakirin. Astengiyên li pêşiya tedawiya jinan û xizmetên edlî yên ji ber şîddeta li ser jinan û keçan divê were rakirin. Ji bo ku mafê kurtajê sûîstîmal nebe, divê tevdîr were stendin, kurtajên bi derengî di çarçoveya lênihêrîna lezgîn de divê were nirxandin û hebên jiberkirina zarokan jî divê bi reçeteyan were stendin.”