Jin li Îzmîrê meşiyan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Endamên Piştevaniya Mor a Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de meşiyan û gotin, em ê têkoşîna li dijî desthilatdariyê mezin bikin.
Endamên Piştevaniya Mor a Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de meşiyan û gotin, em ê têkoşîna li dijî desthilatdariyê mezin bikin.
Endamên Piştevaniya Mor a Îzmîrê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya wê li Îzmîrê pêk bê li ber ÎZBAN Karşiyaka heta Îkeleyê meşiyan û daxuyaniyek dan çapmeniyê. Li ser navê Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlû daxuyanî xwend.
Tozlûyê da zanîn ku li her qadê tundiya li ser jinê mezin bûye û bloka desthilatdariya dijminê jinê ya ji patrîarka hêzê digire tundiya li ser jinan zêde dike û çav berdide destkeftiyên jinan û got: “Ev jî têr nake bi Destûra Bingehîn ya nû hewl dide êrîşê jiyan, maf û destkeftiyên me bikin. Em li dijî faşîzmê barîkatan ava dikin û bi têkoşînek xurt bersiv didin wan. Em ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya saet di 17.00’an de li Gara Alsankê pêk tê hemû jinan vexwendî dikin.”