Ji bo Kişanak û Tûncel li medya civakî kampanya dest pê dike

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo siyasetmedarên Kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak li medya civakî dest bi kampanyaya piştevaniyê dike.

Piştî u cezayên li Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate xerakirin, her du siyasetmedar wê ji nû ve bên darizandin.

Rûniştinên destpêkê yên her du siyasetmedaran wê Duşemê li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Meletiye pêk werin.

TJA saet di 10:00 di dema destpêkirina rûniştinê de li ser Twîtterê haştaga "#GültanVeSabahataÖzgürlük" veke û dest bi kampanya piştevaniyê bike.