‘Ji bo hem jiyana me hem jî civaka me tevkariya me dibe’

Endamên Kooperatîfa Şîr gotin, “Wek jin em gelekî keyfxweş in ku di xebata aborî de cih digirin. Bi vê xebatê ve ji bo hem jiyana me hem jî civaka me, em tevkariyê dikin.”

Li Rojava, xebatên aboriya jinê mîna komun û kooperatîfan tê birêxistinkirin. Jinên di van xebatan de ji sînorên malên xwe der tên, di kooperatîfên biçûk de xwe bi rêxistin dikin, debara xwe dikin û berhemên xwe bi awayekî guncav digihînin civakê û tevkariyê bi civakê re jî dikin.

Yek ji van kooperatîfan jî kongreya şîr û qatix e ku bi desteka Kongre Starê li Dêrikê ji hêla 10 jinan hatî sazkirin. 10 jinên di xebatên komunan de cih digirin hatin cem hev, bi vê kooperatîfê debara xwe dikin, saetên din ê rojê jî bi malbata xwe re derbas dikin hem jî bi awayekî çalak di xebatên komunan de cih digirin.

Jin, 4 saetên xwe yên rojê ji bo van xebatan vediqetînin û vê vediguherînin 200 kîlo penîr, mast û hwd., diyar dikin ku li şûna jiyana wan bixe zoriyê, rengîn dike û xwe hê zêdetir bi hêz dibînin.

‘ME BI DESTEKA KONGRE STAR AVA KIR’

Ji endamên Kooperatîfê Narinç Sadik çawa ev kooperatîf ava kirine jî wiha vedibêje; “Beriya sal û nîvekê me ev kooperatîf ava kiriye. Di serî de em 10 jin bûn û me hemûyan miqdarek pere kom kirin. Tiştê kêm mayî ji Kongre Star temam kir. Piştre her ku em xebitîn me miqtara ku Kongre Star dabû me, me li tevgera xwe vegerand.

Komîteya Aboriyê ya Kongre Star civînek bi me re çêkir. Me li ser aboriya jinê nîqaş bi pêş xistin. Gotin ji bo aboriya jinê bê avakirin wê bi şiklên komun û kooperatîfan xwe bi rêxistin bikin. Lê destpêkê gelan kesan bi xwe bawerî nanîn. Gotin zarokên wan gelekî biçûk in. Me 10 jinan wisa bi ser xist. Em li vê kooperatîfê jî bi awayekî komunal dixebitin.”

 ‘EM HÊ ZÊDETIR TEVKARIYÊ BI CIVAKÊ RE DIKIN’

Narinç Sadik got bi karên xwe ve tevkariyê bi aboriya civakê jî dikin, wiha pê de çû; “Ji ber tevkariya me ya civakê em gelekî keyfxweş û bi hizûr in. Wek jin em tenê xwe û zarokên xwe nafikirin. Çawa pirsgirêka zarokên min a xwedîkirinê hebe, ji bo tevahî zarokên hemû jinan jî ev wisa ye.”

‘TEVÎ ÎTÎRAZAN JÎ ME DEST PÊ KIR, LÊ KEYFXWEŞ IN’

Narinç Sadik got dema dest bi vî karî kir îtîraz ji hevjîn û malbatê hatine û got; “Wan çiqasî îtîraz kirin, ez jî ewqasî bi biryar bûm. Min di komuna jinê de cih digirt. Em têgihiştibûn êdî em dikarin çi bikin. Hevjînê min digot, ‘hûn nikarin, bi vî karî tu nema dikarî li zarokan binêrî.’ Lê wisa nebû. Hem zarokên xwe xwedî dikim hem jî karê xwe dikim. Wisa psîkolojiya min jî rehet bû. Her çiqasî hevjînê min jî be, li destê wî nanêrim. Pêdiviyên xwe bi xwe çareser dikim. Niha, hevjînê min jî ne wek berê ye. Dema pêdiviyek me çêbibe, ew jî alîkariya me dike.”

‘BI XWE HÊ ZÊDETIR BAWER BÛM’

Şerîfe Abdal jî anî ziman ku bi vî karî tenê serê xwe debara malekê dike û got; “Ji ber rewşa fizîkî, hevjînê min nikare bixebite. Bi awayekî cîdî pirsgirêka me ya debarê hebû. Lê piştre min dest bi vê kooperatîfê kir. Em nabin mihtacê ti kesî. Zarokên xwe jî bi berhemên vî karî mezin dikim.

Dema men û dest pê kir, ezmûnê me zêde nîn bû û em zêde diwestiyan. Niha em hê rehettir in. Eger em biwestin jî jixwe em bi hev re xebatekê dimeşînin. Em ji hev hez dikin û hevkarî xweş e. Dema em hevalên xwe yên kooperatîfê çend rojan nebînin, em bêriya hev dikin. Jiyana me ya berê li malê derbas dibû. Niha hinekî guheriye. Em dîsa berpirsiyartiyên xwe yên malê bi cih tînin, lê bi saya vê kooperatîfê me gelek kes nasîn. Bi gelek jinan re têkîliyên me bi pêş ket. Êdî hê zêdetir bi xwe bawer im. Zarokên xwe mezin dikim, debara xwe dikim. Lê di heman demê de jî tevlî xebatên komunê dibim. Bi vî şiklî hê bextewartir û bi sûd hîs dikim.”

‘ELEQEYA HEVALÊN ME YA JI BO XEBATÊN ABORÎ JÎ ZÊDE DIBE’

Ji endamên Kooperatîfê Hatîce Mûhammed jî got gelekî kêfxweş in ku vî karî dikin û ev karê dikin ji bo jinên din jî dibe mînak.

Hatîce got, “hem ji karê xwe hem jî ji hev hez dikin” û wiha dirêjî da axaftinê; “Vê hefteyê çend hevalên me yên din jî daxwaza xwe ya xebitînê anîn ziman. Bi xebitîna li vir em êdî li destê zilaman nanêrin. Gelê me jî ji karê me kêfxweş e.

Her çiqasî em biwestin jî em dilşad in ku li gor budçeya gelê xwe berheman dafirînin. Ji ber ku heman zehmetî me jî dîtin. Yanî pêkanîna pêdiviyên civaka me, hê zêdetir me bextewer û bi hizûr dike. Em duayên mirovan digirin. Ev jî ji bo kêfxweşiya herî mezin e.”