HPJ Jin: Em ê bi berxwedan û têkoşîna jinan serkeftinê tacîdar bikin

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew ê bi erk û berpirsyariya xwe azadiyê jinê mîsoger bikin.

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPJ’ê bi vî rengî ye:

“Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirina şoreşa jin jiyan azadî ya ku di cîhanê de bûye îlhama serî rakirina jinên cîhanê, li dijî pergala wilayetî faqî ya hişmendiya zilamsalarî hebûna jin, mafê jin nas nake û binpê dike. Ew serî rakirin bi qetilkirina jina Kurd a bi navê Jîna Emînî destpê kir di Armîta û bi dehan jinên ku di bin binesaziya hişmendiya zilamsalar de îro tê qetilkirin didome. Jin encex dikare hebûna xwe bi fikir û pergala azad di wê çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de biparêze. Lewma berdêla azadî her roja ku diçe girantir dibe. Helwestên herî radîkal li dîjî pêkanîna hişmendiya civaka zayendperest, olperest, zanistperest, nijadperest di şexsê jin û civaka şareza buye de bê hempa pêş dikeve. Ji ber ku di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de jî kesayetên jina Kurd weke Şahnaz Xatun bi 500 leşkerên xwe yên sûwarî li dîjî êrîşa qirker rabû. Dîsa Keça Nexedeyî ya ku bi zanebûna xwe siyasî, polîtîk û zanistî li dijî neyarên li ser welat qirkirinê pêş dixin, di zindanan de radest nebû. Li dijî her cure êşkence û pêkanînên derveyî mirovahî, li ber xwe da û bû sembola di berxwedana azadiyê de hebûna xwe parastinê.

Îro jî em dibînin ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava serîrakirinê de di şexsê Ferînazan û Şilêran de li dijî hişmendiya zilamsalar bûne sembola şoreşa Jin Jiyan Azadî. Li ser wê bingehê weke hêzên HPJ bi xwedî derketina jinan, em ê bi berxwedan û tekoşîna xwe ya parastinê serkeftinê tacîdar bikin. Îro li giştî cîhanê paradîgmaya Rêber Apo di civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jin de bi zanist, yekbûn, rêxistin bûyîn, xwebûyîna jin sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinên cîhanê. Bi erk û berpirsyartiya xwe ya parastinê wê azadiya jin teqez mîsoger bikin. Em di şexsê jinên Kurd de Jîna Emînî, Armîtayê û xwişkên Mîrabell de jinên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn bûne qurbaniya hişmendiya kujer, bi bîr tînin û 25‘ê mijdarê em ê li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna xwe bilind bikin.“