Hewldana Jinan a Navneteweyî: Em li dijî tecrîdê têkevin nav tevgerê

Hewldanan Jinan a Navneteweyî xwedî li Leyla Guven derket û xwest bila tecrîd were rakirin.

Hewldanan Jinan a Navneteweyî ji bo parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 83 roj in di greva birçîbûnê de ye bi sernavê ‘Jiyana Leyla Guven rizgar bikin’ daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Teşkîlata Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) jî tê de divê saziyên Ewropayê li hemberî rejîma otokratîk a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bila têkevin nav hewldanan û berpirsyariya xwe ya polîtîk bi cih bîne.

‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE BIDAWÎKIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Saziyên Ewropayê li hemberî otorîterbûna Tirkiyeyê rexneyên tund bike jî ji bo zextên li ser Erdogan tu çalakiyeke watedar nakin. Ji ber vê jî li welat krîza di warê mafên mirovan û hiqûqê kûrtir dibe. Em bi taybetî bang dikin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Em ji bo Leyla Guven li her dera cîhanê kampanyayê hevgirtinê li dar dixin û hewl didin jiyana wê rizgar bikin. Ji ber vê jî em dixwazin hevgirtina bi çalakgerên greva birçîbûnê geştir bikin. Ji kerema xwe re bang li hikumetên xwe bikin û ji wan bixwazin ji bo ku hikumeta Tirkiyeyê hurmetê nîşanî mafên Leyla Guven û Abdullah Ocalan bide, bila nameyan bişînin.”