Hejmara Sibatê ya Newaya Jin derket

Hejmara Sibatê ya Newaya Jin bi manşeta "Berxwedana ku veguherî çandê, komploger têk bir" derket.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 8 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, li ser siyaseta demokratîk û jiyana civakî peyamên girîng da. Nivîskar û aktîvîst Gonul Kaya mijar şîrove kir.

Jînda Denîz destnîşan kir ku hegemonya navendî ji dîrokê heta niha Kurd xistiye nava çembera man û nemanê û ragihand, Kurdan di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan û niha pêwîstiya xwe bi helwesteke neteweyî ya hevpar heye.

Endama Komîteya Jineolojiyê Zozan Sîma pênaseya guhertina demografîk kir û got, "Çîrokên li kampên penaberan, cenazeyên li peravan xistin, jiyana li xerîbiyê navê xwe di civaknasiyê de guhertina demografîk e."

Sîma bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê û ragihand, dewleta Tirk a ku netewetiya Tirk li ser "tinekirina Kurdan" ava kir, pêvajoyeke nû ya komkujiyê xistiye dewrê.

Dîrok Qehreman jî heman mijar li rûpelên Kurdî şîrove kir û destnîşan kir ku qirkirina demografîk rêbaza herî bi rîsk û metirsîdar e.

Yildiz Çakar jî girîngiya zimanê dayikê nirxand û destnîşan kir ku ziman hiş e. Çakar destnîşan kir, jinên Kurd tevî bi dehan şer, sirgûn û mirinê ya hezaran salan çand û zimanê xwe gihand zarokên xwe.

Di rûpela Portre de jî çîroka jiyana Mîna Qazî hate vegotin ku di têkoşîna serxwebûnê ya Kurdistanê de rola xwe girîng e û di 28'ê Sibata 1998'an de jiyana xwe ji dest da.

Di kategoriya hunerê de jî Nazan Ustundag fîlm û rêzefîlmên 'têkildarî jinê' nirxand.

Di rûpela civak-jiyanê de Eyleme Xelîkan nivîseke bîranînê li ser 6 gerîlayên jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 20'ê Sibata 2003'an de ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan, nivîsand.

Ji nivîskarên rojnameya Zerya Gul bi navê "Hînbûn mirovan lîberal dike" û Gulistan Çiya Îke jî bi navê "Çerxa Îmraliyê" gotar nivîsîn.