Gerîlayên YJA Starê: 2020 wê bibe sala azadiyê

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku wê di sala 2020'î de pêngavên nû û xurtir pêk bînin û gotin, "Em ê sala 2020'î bikin sala serketinê." Gerîlayan bang li gel kirin ku ji hêza xwe bawer be.

Gerîlayên YJA Starê yên ji ANF'ê re axivîn, sala 2020'î li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê Kurd ê welatparêz pîroz kirin.

'2020 WÊ JI BO GERÎLA BIBE SALEKE PÊNGAVEKE NÛ'

Gerîlaya YJA Starê Rûken Koçer destnîşan kir ku sala 2020'î ji bo gerîla wê bibe sala pêngaveke nû û got, "Sala 2019 ji bo gelê me li çar parçeyên Kurdistanê saleke dijwar bû. Saleke welê bû ku êrişên dagirkeriyê yên faşîzma Tirk zêde bûn û li dijî vê yekê berxwedaneke destanî hebû. Dewleta Tirk a faşîst gef dixwar ku wê gerîla di sala 2019'an de biqedîne û nehêle ku di zivistanê de xwe bi cih bikin. Hem li dijî Başûrê Kurditsanê hem jî li dijî Rojava û Bakurê Kurdistanê şerekî tinekirinê yê topyekûn meşand. Dewleta Tirk a faşîst bi derfetên teknîkê hemûyan xwest vê yekê pêk bîne, encamê werbigire, lê belê ji ber ku nekarî encamê werbigire vê carê jî xwest bi amûrên şerê psîkolojîk baweriya gelê me têk bibe û encamê werbigire. Lê belê PKK ti carî neqediya. Ji niha û pê ve jî wê neqede. Hûn jî dibînin, em hîn bi xurtî dest bi sala 2020'î dikin. Em bi rengê pêngaveke nû dest bi sala 2020'î dikin. Em ê zextên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê me têk bibin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em baş zanin ku faşîzma Tirk wê bixwaze di sala 2020'î de gelê Kurd tine bike, komkujiyan pêk bîne. Em ê jî li dijî êrişên tinekirinê û komkujiyan bi rengekî xurt têkoşîna gerîla bimeşînin.

'EM BI HÊZA XWE DIKARIN BI SER BIKEVIN'

Vê bangê li gelê me dikim; divê haya me ji rastiya dijmin hebe û nebe amûrek ji şerê psîkolojîk ê dijmin. Divê ji şerê psîkolojîk ê dijmin bawer nekin, yekîtiya xwe pêk bînin û xurt bikin. Em bi hêza xwe dikarin Rêberê xwe û Kurdistanê azad bikin û paşeroja xwe ya azad bi vî rengî ava bikin, paşerojeke azad diyarî zarokên Kurd bikin."

'DIVÊ GELÊ ME BAWERIYA XWE BI AMÛRÊN ŞERÊ TAYBET NEYNE'

Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Baran destnîşan kir ku sala 2019'an ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd saleke girîng bû û got, ew bi germahiya sala 2019'an ketin slaa 2020'î û sala nû wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Baran got, "Sala 2020'î wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Armanca me ha yer serdemê bi vî rengî ye. Di çarçoveya projeya jinûve avabûnê ya tevgera xwe de em xwe ji sala 2020'î re amade dikin. Ji bo hilanîna tola gelê xwe û zarokên Kurd ên li hemû parçeyan hatin qetilkirin, em xwe pispor dikin û bi xurtî dest bi sala nû dikin. Mîna salên derbasbûyî hêza artêşa Tirk a faşîst dagirker nîne ku li dijî me şer bike. Ji ber vê yekê bi her rengî giranî daniye ser teknîkê, bi şerê bi ÎHA, SÎHA, balafirên şer dixwaze encamê werbigire. Gerîlayên Kurdistanê her salê ispat kir û nîşanî dost û dijminan dan ku naqede. Zîhniyeta faşîst a ku ev ye dît, bi rêya medya xwe gotina 'me gerîla qedand' belav dike û bi vî rengî şerê psîkolojîk li dijî gelê me dimeşîne. Em bi navê şervanên azadiyê yên vî gelî dikarin vê bêjin; Divê kes nekeve xefika van amûrên şerê taybet. Û em dibêjin; em timî hebûn, ji niha û pê ve jî em ê her tim hebin. Heta ku Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin em ê vê têkoşîna bi rûmet bimeşînin."

'EM Ê BIKIN SALA SERKETINÊ'

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dilbirîn jî destnîşan kir ku wê sala 2020'î bikin sala serketina têkoşîna azadiyê ya Kuridstanê û got, "Sala 2019 bû saleke berxwedanê. Sala 2020'î jî wê bibe ew sal ku berxwedan vediguhere serketinê. Wê bibe saleke welê ku Rêberê me bibe xwedî şert û mercên azad ên kar û azadiyê. Em gerîla jî xwe li ser vê bingehê ji sala 2020'î re amade dikin. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bilind bikin û bi ser bixînin. Ji bo gel û zarokên hatin qetilkirin em ê têkoşîna xwe ya ji bo hilanîna tolê dewam bikin. Li ser vê bingehê em xwe bi perwerdeyê xurt dikin û xwe ji sala berxwedanê ya 2020'an re amade dikin."