Gabar: Dem hatiye ku Zîlan bi serketinê bê silavkirin

Endama PAJK'ê Gabar diyar kir, çalakiya Zeynep Kinaci tirseke mezin xistiye dilê dewletê û got, "Heta ku êrîş li ser Rêberê me hebe, wê ev xeta berxwedanê jî hebe."

Endama Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Gulçiya Gabar, bi wesîleya 21. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci, ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê pêk anî û weke Xwedawenda Zîlan veguherî efsaneyê, ji ANF'ê re axivî.

Gabar anî ziman, ku ji bo Zîlan rast bê fêhmkirin divê pêvajoya sala 1996'an de rast bê xwendin û bal kişand ser polîtîkayên 86'an û xeta tasfiyekariyê ya hewl didan li nava rêxistinê bê bicihkirin. Gabar li dijî vê yekê jî qala xeta Zîlan kir: "Beriya her tiştî, ez Şehîd Zîlan û hemû şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînim. Weke ku tê zanîn, Şehîd Zîlan çalakiya xwe di sala 1996'an de pêk anî. Ji bo Şehîd Zîlan rast were fêhmkirin, divê mirov li atmosfera sala 1996'an binerin. Di sala 1996'an de şerê me gihîştibû qonaxeke bilind. Dewleta Tirk li pêşberî hêza gerîla û tevgera me ketibû rewşeke zehmet. Û ji bo xwe ji vê zor û zehmetiyê rizgar bike, dîsa êrîşî Rêberê me dikir. Di wê demê de bi piştgiriya Îsraîlê hewl dan giraniyê li Rêberî û Tevgerê bikin. Di heman demê de MÎT'ê hewl da bikeve nava rêxistinê. Xwestin Rêbertî îmha bikin û Zekî derxînin pêş."

XETA ZÎLAN A LI DIJÎ TASFIYEKARIYÊ

Gabar bal kişand ser bersiva Zeynep Kinaci ya li dijî tasfiyekariyê û wiha dewam kir: "Çapemeniya TC bê navber Zekî dinepixand. Propaganda wî dikirin û bi vî rengî dixwestin bi rêya Zekî ji hundir ve derbê lê bidin. Hêrs û daxwazeke ewqasî qirêj a Zekî hebû, ku dikarîbû bi hêsanî were bikaranîn. Ji aliyê taktîkî ve hewl dida gerîla bitevizîne û xeta jiyanê xumamî bike. Yanî hewl dida rêxistinê tasfiye bike. Gelekî hewl da ku çalakiyên gerîla bisekinîne û bixe rewşeke pasîf. Hem ji aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve êrîş dihatin kirin. Zekî di heman demê de dijminê Tevgera Jinê bû. Di sala 1993'an de dema Rêbertî biryara artêşbûna jinê da, ji bo pêşî li avabûna Tevgera Azadiya Jinê bigire çi ji destê wî hat, kir. Zekî timî di mijara artêşbûna jinê de li dijî Rêbertî şer dikir. Rêbertî li hemberî feraset û pratîka wî ya tasfiyekar, têdikoşiya."

'EV YEK HELWESTA KURDEKÊ BÛ'

Gulçiya Gabar bal kişand ser êrîşa 96'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Em di demeke welê de bûn, ku hem li derve hem jî li hundir li dijî Rêbertî û Tevgera me êrîşên giran dihatin kirin. Û di sala 1996'an de li ber akademiya ku Rêbertî û kadroyê pêşeng lê bûn, wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Armanc ji vê yekê; tinekirina Rêbertî, ji hev belavkirina yên mayî û bi vî rengî qedandina tevgerê bû. Di vir de armanca destpêkê ya êrîşê Rêbertî bû. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd, ji bo şervanên azadiyê û bêguman ji bo jinê pêvajoyeke nû dest pê dikir. Di wê pêvajoyê de liv û tevgereke cuda der bû. Lêhûrbûnek bi rengê 'Em çawa dikarin bersivê bidin van êrîşan' hebû. Ji xwe Rêbertî hebûn, nêrîn û jiyana azad a vî gelî temsîl dikir. Gelê Kurd xwe bi her awayî di şexsê Rêbertî de didît. Û bêguman Tevgera Azadiyê ya Kurd Rêbertî bi xwe ye. Ji ber vê yekê, ev êrîş bi hêsanî nehate qebûlkirin, ti carî rewşeke ji rêzê nehate dîtin. Heval bi van hest û nêrînan tevdigeriyan. Hest û nêrîna 'Çi dibe bila bibe divê em Rêbertî biparêzin' li pêş bû. Û herî zêde ev hest û nêrîn bi Zîlan re hebû."

Di dewama axaftina xwe de Gabar işaret bi şert û mercên ku Zîlan çalakî lê lidarxistin kir û got, "Piştî kûrbûneke xurt, Zîlan pêşniyara vê çalakiyê kir. Tevî derfetên kêm û şert û mercên zehmet jî, bi daxwazeke mezin ji destpêkê heta dawiyê amadekariya vê çalakiyê kir. Di wê demê de lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî li Dersimê, bi rastî jî gelekî zehmet bû. Lê belê çalakî ji her alî ve weke çalakiyeke bêhempa pêk hat. Dijmin hejand. Li dil û mejiyê dijmin da. Bêguman hîn bêhtir girîng bû ku çalakî li Dersimê hate kirin. Ji ber ku lidarketina çalakiyeke bi vê rêbazê li Dersimê, ne tenê hilanîna tola êrîşa li dijî Rêbertî bû, di heman demê de hilanîna tola jinê bû. Di Komkujiya 1938'an de çandeke berxwedanê ya bi pêşengiya jin û dayikên me derkete holê. Çalakiya Zîlan dihat wateya hilanîna tola jinên ku ji bo nekevin dest xwe ji zinaran avêtin, bû. Yanî çalakiyeke dîrokî ya tolhildanê bû. Û tirseke mezin xiste dilê dijmin."

Gabar destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi çalakiya Zîlan re ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve pêngav avêt û got, "Hat nîşanadn, ku eger bi rengekî zelal li ser xeta îdeolojîk bimeşin, wê di xeta leşkerî de jî serketin bê bidestxistin û gavên xurt werin avêtin."

Gabar diyar kir, Zinar Raperîn, Doga Jiyan û gelek milîtanan xwe li ser şopa Zîlan bi rêxistin kirin û destnîşan kir, ku ev ruh xweş neqişiye û sekneke zelal e.

'PARASTINA RÊBERTÎ JI BO ME SEDEMA JIYANÊ YE'

Endama PAJK'ê Guçiya Gabar got, "Parastina Rêbertî û pêşîgirtina li hemû komployan, bi xeta Zîlan dibe" û di dawiya axaftina xwe de got: "Pîvana hemû jinên cîhanê bi taybetî ya jinên Kurd Zîlan e. Ji bo me Zîlan tê wateya 'kêliyê'. Hîskirin, fêhmkirin û bicihanîna wê di 'kêliyê' de ye. Mîna ku Rêbertî dibêje 'Zîlan ji bo me Xwedawende'. Pêwîste hemû ciwan, bi taybetî jinên ciwan vê zanibin; Eger armanca me parastina Rêbertî û pêşîgirtina li komployan be, hingî xeta yekane xeta Zîlan e. Ji ber ku armanca Zîlan parastina Rêbertî bû. Di vê pêvajoyê de em dibînin, ku hesabên qirêj dîsa xistine dewrê. Rejîmên faşîst ên ku nikarin bi paradîgmaya alternatîf, îdeolojî û felsefeya Rêbertî, ku ji bo demokrasî û azadiyê pêşkêşî gelên cîhanê bi taybetî Rojhilata Navîn kiriye, dîsa serî li rêbazênzordariyê dane û hewl didin qirkirinê bikin. Ev yek dih eman demê de nîşan dide bê em çiqasî xurt bûne. Pêwîste yekane sedema me ya jiyanê be, ku tevlî vê hêzê bibin û Rêbertî yanî azadiya xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, dem ew dem e ku berê xwe bidin çiyayên azad û bi serketinê silavê bidin Zîlan."