Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan xebatên Tevgera Azadiya Jinê yên sala 2016'an û armancên sala 2017'an ji ANF'ê re nirxand.
Erzîncan da xuyakirin, dewleta faşîst a Tirk ji ber ku ji pêkhatina projeya wan a alternatîf ditirse, di sala 2016'an de li dijî gelê Kurd dest bi êrîşên giran kiriye.
Besê Erzîncan got, "Piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Cizîr Sûr, Nisêbîn, Silopiya û Şirnexê girseyî bû, jin bûn navenda azadiyê" û destnîşan kir, jinên ku nîşaneya dilsoziya bi axê û welatparêziyê ne, bersiveke xurt dan bangên azadiyê yên tevgera azadiyê. Erzîncan da zanîn, ku jinan caar yekê li bajaran pêşengiya serhildanan kirin.
Erzîncan anî ziman, sala 2016'an pêşengên mezin ên gel di berxwedana xwerêveberiyê de derxist holê û got, "Hevalên Mehmet Tûnç û Asya Yuksel mînakên şênber ên vê yekê ne. Bi hezaran mirovên me li van qadan li ber xwe dan. Di rêbaza jiyan û ramanê ya Apoyî de çanda berxwedanê heye, ku bi tena serê xwe bimîne jî wê li ber xwe bide."
'AZADIYA RÊBERÊ ME ROJEVA ME YA BINGEHÎN E'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Azadî, tenduristî û ewlekariya Rêberê me bi serketina têkoşîna me ya civakî ve girêdayî ye. Asta azadiyê ya civakî, asta azadiyê ya jinan çiqasî bilind bibe, em ê hê bêhtir nêzî azadiya Rêberê xwe bibin. Hebûn û têkoşîna Rêberê me, ji bo Rojhilata Navîn di asta stratejîk de girîng e. Hêza mûxatab e ku pêşengiyê ji aştî û demokrasiya li herêmê re bike."
Erzîncan destnîşan kir, weke Tevgera Jinê ya Azad mîna serdemên beriya niha ew ê ji niha û pê ve jî ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîna xwe bidomînin û got, "Rewşa Rêberê me rojeva me ya sereke ye. Em ê kar û çalakiyên xwe yên di vî warî de zêde bikin."
LI GELEMPERIYA CÎHANÊ ÎDÎAYA PÊŞENGIYÊ YA JINÊ ZÊDE BÛYE
Di dewama axaftina xwe de Erzîncan anîz iman, ku tevgera azadiya jinê di nava pêvajoyeke dîrokî de ye û ev nirxandin kir: "Serketinên me hem li Rojava hem jî li hemû qadên din ên têkoşînê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Şoreşa Rojava bû asteke girîng a têkoşîna azadiya jinê. Bi şerê nava bajaran re pêşengiya jinê gaveke din avêt. Pêwendiya vê yekê yekser bi pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî ya jinê heye. Têkoşîna jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, gelekî bi pêş ket. Tevgera Jinên Kurd vîneke mezin û asteke xurt a lehengî û fedayîtiyê derxist holê. Em asta milîtaniya pêşeng bi xebatên PAJK'ê re xurtir dikin. Kadrobûyîna jinê, pêşengiya wê ne tenê li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û Şengalê bi pêş dikeve. Ji bilî jinên Kurd, paradîgmaay azadiyê ya Rêbertî li Ewropa, Latîn Amerîka û Rojhilata Navîn di nava gelan de deng vedide. Li cîhanê îdîaya pêşengiyê ya jinan zêde bûye."
LI ROJAVA DÎROKEKE NÛ TÊ NIVÎSANDIN
Erzîncan da xuyakirin, ku li Rojavayê Kurdistanê dîrokeke nû tê nivîsandin û got, "Dîrokeke ku dikare bibe hêvî ji hemû bindestan re tê nivîsandin. YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst û dest bi xwîn, berxwedanek mezin û destanî nîşan da. Li pişt vê berxwedanê Rêber Apo û dîroka me ya jinên azad heye."
CIVAKA ME YA ÊZIDÎ BI PÊŞENGIYA JINAN PIŞTRAST E
Besê Erzîncan bal kişand ser rewşa Şengalê û got, "Li Şengalê jenosîdeke mezin li dijî jinan rû da. Di şexsê jinên Êzidî de hewl hat dayîn çandeke herî kevn a gel bê tinekirin." Erzîncan destnîşan kir, ku bi saya gerîlayên PKK'ê ev êrîş hate pûçkirin û wiha dewam kir: "YJŞ û Meclîsa Jinên Êzidî di demeke kurt de gavên gelekî girîng avêtin. Civaka me ya Êzidî bi pêşengiya jinê piştrast e. Herî dawî, operasyonên 'Hilanîna tola jinên Êzidî' ku berî niha bi demekê hatin destpêkirin, dîrokî bûn. Civaka me ya Êzidî roj bi roj ji nû ve zindî dibe. Bi xurtkirina rêxistinbûna xwe re çiyayê Şengalê ji nû ve zindî dike. Ev xebat wê hê bêhtir bê pêşvebirin."
'DIVÊ JIN LI HER QADA JIYANÊ WE BI RENGEKÎ AZAD Û XWESER BI RÊXISTIN BIKIN'
Endama Koordînasyona KJK'ê işaret bi girîngiya rêxistinbûn û pêşengiya jinê kir û got, "Jin wê bi rêxistinbûna xwe ya xweser, bi pêşengî û vîna xwe, hîn bêhtir li her qada jiyanê cih bigirin. Îdîa û biryardariya me ya pêşvebirina pêşengiya jinê li her qadên jiyanê, wê di sala 2017'an de dewam bike."
SALA 2017'AN WÊ JI BO AZADIYA GELAN Û JINÊ BIBE SALEKE GIRÎNG
Besê Erzîncan diyar kir, sala 2016'an ji aliyê têkoşînê ve gelekî dijwar derbas bû û got, "Em ê di sala 2017'an de nirxên berxwedanê yên par mezin bikin, ji kêmasiyên xwe dersê derxînni û jiyaneke azad û wekhev ava bikin.
Erzîncan ragihand, sala 2017'an wê ji bo jinan û gelan bibe saleke girîng ku di oxira azadiyê de gavên mezin û xurt werin avêtin û herî dawî sala 2017'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, jin û ciwanan pîroz kir.