Ertak: Dewletê hevjînê min destgîrkirin û winda kirin!

Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mehmet Ertak ê berî 28 salan hate destgîrkirin û windakirin pirsîn. Hevjîna Ertak diyar kir ku hevjînê wê ‘dewlet’ê winda kiriye.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û berpirs bên darizandin a dewam dikin, di heftiya 804’emîn de lidar xist. Çalakiya vê hefteyê, ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser medya dijîtal bi awayekî zindî hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18’ê Tîrmeha 1992’an de dema ji kar diçû malê hate destgîrkirin û dema destgîrkirî hate windakirin pirsîn û xwestin berpirs bên cezakirin.

Destpêkê hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak axivî û wiha got: “Ez têkoşîna Dayikên Şemiyê silav dikim. Hevjînê min li Şirnexê hat destgîrkirin û ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ev 28 salin em li wî digerin. Em hestiyên xwe dixwazin. Ez dixwazim ku gorekê wî hebe. Da ku zarokên min biçin gora bavê xwe ziyaret bikin. Em ê tu carî dest ji lêgerîna  Mehmet bernedin. Daxwaza me edalete. Bila gora hevjînê min hebe.”

Dûre kurê wî Servet Ertak jî bal kişand ser windakirin bavê xwe û wiha got: “Bavê min 28 salin windaye û derbarê wî de tu agahiyekê me tuneye. Dayikên Şemiyê 804 heftene daxwaza xwe ya edalet û maf bi rêve dibin. Dayikên Şemiyê wijdana vê civakê ne. Divê em vê tu carî ji bîr nekin. Em ê dest ji pirsîna aqûbeta windayên xwe bernedin.”

Piştre yek ji Mirovên Şemiyê Umît Efe, daxuyaniya vê heftê xwend. Efe, têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê bibîr xist û çîroka Mehmet Ertak ê berî 28 salan dibin çavan de hat windakirin vegot.

Efe, diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertaş ê 32 salî li gundê Rezuk a girêdayî Şirnexê dijiya û wiha got: “Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû destgîrkirin û êşkenceyên giran lêhatibûn kirin. Ertak di 18’ê Tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê destgîrkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên destgîrkirina Ertak tên girtin. Lê dema ku malbat serî li ewlekariyê dide, ji malbatê re tê gotin ku ne destgîrkiriye.”

Efe, bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha pêde çû: “Bavê Mehmet Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Ertak nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bê encam dimînin. Dûre malbat serî li DMME’yê dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê destgîrkirin nêzîkatiyên xirab û êşkence lê tê kirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikumet û dewlete dît û Tirkiye bi yek dengî mehkûm kir.”

Efe, destnîşan kir ku ew ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin.”