Erebo: 2020 wê ji bo jinan hemûyan bibe saleke serketî

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo li ser bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn axivî û got, "2020 wê ji bo jinan hemûyan bibe saleke serketî."

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo sala 2020'an ji bo jinan ji ANF'ê re nirxand.

Erebo anî ziman, Kongreya Star ji bo têkoşîna azadiya jinê ji her alî ve kar dike û got, "Sala 2019'an ji her alî ve bi rengekî dagirtî derbas bû. Hin bûyeran rû dan ku bandor li me kirin. Karên Kongreya Star ji her alî ve berfireh bû. Armanca me bû ku di sala 2019'an de bi taybetî di qada dîplomasiyê de xwe bigihînin girseyeke berfireh. Tevî vê yekê li qadên siyasî û civakî li gorî armancên xwe em xebitîn. Her wiha qada rêxistinî her tim armanceke me ye. Em dixwazin xwe bigihînin her jinê. Bi taybetî di mijara mafên jinan de di asta herî bilind de armancên me hene."

Erebo anî ziman ku yek ji armancên wan ên girîng jî karê ji bo vegera şêniyên Efrînê li warê xwe bû û got, "Di mijara vegera li Efrînê ku dewama têkoşînê de ye me kar kir û çalakî pêk anîn. Mîna ku me got, salek bû ku ji her alî ve tijî bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan me xwe bi rêxistin kirin."

'RÊBAZA ME YA RÊXISTINÎ Û ASTA ME YA HIŞMENDIYA JINÊ, SÎSTEMA BAVIKSALARIYÊ DIXE REWŞEKE METIRSÎDAR'

Erebo bi bîr xist ku mîna şerê Kobanê û Efrînê wan di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de jî dîtin ku hedefa destpêkê ya êrişan jin in û got, "Di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de êrişên li dijî hevala Hevrîn Xelef, Dayê Aqîde û hevala Amara ji wan mînakên sereke ne. Hîn gelek hevalên me yên din şehîd bûn. Ev êriş li dijî sîstema jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Rêbaza me ya rêxistinî û asta me ya hişmendiya jinê sîstema baviksalariyê dixe rewşeke metirsîdar. Lewma êriş li dijî rêxistinbûna jinê tên kirin."

Erebo destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ew dixwazin bi rol û mîsyona xwe rabin û got, "Di vê mijarê de karê me hene. Girîng e ku jin karekî hevpar bikin û bi hev re di nava yekîtiyê de tevbigerin. Helwestên di vê mijarê de tên nîşandan cihê kêfxweşiyê ne. Me dixwest hin partiyên din jî tevlî bibin, lê belê tevlî nebûn. Helwesta partiyên ku tevlî bûn erênî bû. Di çarçoveya plansaziyekê de karek tê meşandin û jin wê di vê mijarê de hîn bi însiyatîf kar bikin."

'2020 WÊ JI BO JINAN BIBE SALEKE SERKETÎ'

Ji bo proje û armancên sala 2020'î jî Erebo got, "Di sala 2020'î de wê têkoşîna me dewam bike. Me heta niha li dijî tundî û dagirkeriyê çawa xwe bi rêxistin kiribûn, em ê îsal rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Li qadên perwerde, xweparastinê, xwegihandin û diyaloga bi jinên li tevahiya dinyayê re armancên me hene. Em ê bi şiyara 'Divê jineke bi tenê jî bêrêxistin nebe' tevbigerin. Bi taybetî li Rojava em dixwazin xwe bigihînin jinan hemûyan. Wekî din YPJ hêza parastinê ye û xwedî bandoreke girîng e. YPJ'ê bi salan rûmeta jinê û civakê parast. Lewma armanceke me ye ku piştgiriya YPJ'ê bikin û ji her alî ve mezin bikin. Yek ji armancên me yên bingehîn e.

Ji bo başkirina rewşa aborî ya jinan û civakê karê me yê aborî wê hebe. Armanca dagirkeran tinekirina nasnameyê ye. Lewma ji bo xwedîderketina li nasnameya jinê karên çandî girîng in û ev yek jî yek ji armancên me ye. 2020 wê ji bo me bibe sala bilindkirina têkoşînê û rawestandina dagirkerî û dagirkeran. Ji bo gelên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li xaka xwe vegere, em ê kar bikin, têbikoşin û li ber xwe bidin.

Têkoşîna me pêşeniyê ji berxwedana jinên cîhanê re dike. Banga me ew e ku em sala 2020'an bikin sala berxwedan û têkoşîna jinên li cîhanê hemûyan. Her wiha ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin sala destketî û parastinê. Li Rojava mîrateya têkoşînê ya jinan tê parastin. Jin ên cîhanê divê xwedî li têkoşîn û berxwedana li vir derkevin. Di vê mijarê de di sala 2019'an de ji bo parastina destketiyên jinan ên li vê derê helwesteke gelekî erênî hate nîşandan.

Em hêvîdar in ev helwest wê dewam bike, bi yek dengî, yek destî û bi hev re em ê ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan kar bikin. Li ser vê bingehê em hêvîdar in ku sala nû ji bo jinan, ji bo cîhanê hemûyî bibe saleke berxwedanê û serketinê. Hêvî ya me ew e ku sala 2020'an ji bo gelan hemûyan bibe saleke yekîtî û aştiyê. 2019 bû sale ku bi zor û zehmetî derbas bû. 2020 wê ji bo jinan hemûyan û tevahiya cîhanê bibe saleke serketî."