Endamên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî li bajarê Marsîlya yê Fransa serdana esnafan kirin.
Jinan di rojên dawî de serdana gelek qehwexaneyan kirin. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Done Guzel ku di serdana îro de li qehwexaneyê ji zilaman re axivî, diyar kir ku wan ev serdan bi wesîleya 25'ê Mijdarê pêk anîne.
DIVÊ CIVAKA KURD BI MODELA MALBATEKE DEMOKRATÎK BIBE MÎNAK
Done Guzel da zanîn ku ji bo pêşî li tundiya li ser jinan a li Marsîlyayê bê girtin, divê li dijî pergala baviksalarî têkoşîneke xurt bê dayîn. Done Guzel diyar kir ku divê civaka Kurd a li Marsîlyayê tevî jin û mêran ji bo jiyana azad bibe mînak û got: “Divê her welatparêzekî me bi modela malbata demokratîk ji civakê re bibe mînak. Em dikarin bi nêrîna rêbertiya xwe ya ku jin û mêrên azad çawa bin, guhertin û veguherîna civakî pêk bînin."
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN
Endama TJK-E Done Guzel diyar kir ku ji niha û pê ve ew ê li hemberî zilamên ku tundiya aborî, psîkolojîk û fîzîkî li ser jinan dikin helwesteke zelal nîşan bidin. Guzel, wiha dawî kir: “Li aliyê din têkoşîna me ya li dijî mêrên ku bi navê namûsê her cure tundiyê li jinan dikin, wê hîn xurtir be. Em vê dibêjin; Bi jinê re empatî bikin. Dema ku hûn bi perspektîfa jinê li jiyanê binerin, tu pirsgirêkeke weke şîdetê namîne. Divê mêrên Kurd ên li Marsîlyayê ne bi tundiya li ser jinê, bi modela malbata demokratîk re bibin mînak.
Endamên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan piştî bersivdayîna pirsan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji qehwexaneyê derketin.