Daraza AKP'ê: Jin be cezayê miebbetê, mêr be 'xweşhalî'
Ji bo Semra O. ku neçar ma hevserê xwe yê ku tim tundî lê dikir bikuje cezayê girtîgehê yê miebbet hate xwestin. Ji bo mêrên ku jin kuştin kêmkirina cezayê tê xwestin.
Ji bo Semra O. ku neçar ma hevserê xwe yê ku tim tundî lê dikir bikuje cezayê girtîgehê yê miebbet hate xwestin. Ji bo mêrên ku jin kuştin kêmkirina cezayê tê xwestin.
Par meha Gulanê li navçeya Altinordû ya Ordûyê Semra O. (60) hevserê xwe yê 75 salî ku êşkence li wê û zarokên wê dikir, mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîbû û ew kuştibû. Piştre keça wê ya ku tê gotin alîkarî dabûyê li jandarma geriyabû û xwe teslîm kiribû.
'WÎ YÊ EZ BIKUŞTAMA, BILA CAREKÊ JÎ JIN BIKUJIN!'
Semra O. û keça wê ji hêla dadgehe ve hatin girtin, dema ku ew anîn dadgegê, Semra O. destê xwe ji nûçegihanan re rakir û got: "Bikişînin bira, tim mêr wê bikujin? Bila carekê jî jin bikujin. Wî, wê ez bikuştama, mine w kuşt.
Semra O li dadgehê axivî û got, bi salan e ku hevserê wê tundiya sîstematîk li ser dike.
Şandeya Dadgehê ji bo were tespîtkirin bê ka gumanbar hişê wan li serê wan e yan na ji Seroktiya Tiba Edlî ya Stenbolê rapor xwest.
Rûniştina dadgehê taloqî Tebaxê hate kirin.
HEKE JIN HATIBIN KUŞTIN..
Daraza Tirk ji bo jinên ku ji bo xwe biparêzin zilaman dikuıjin cezayê miebetê dixwazin lê dema ku kujer mêr be ceza kêm dike.
Celal Erîpek ê ku par hevjîna xwe Remziye Erîpek kuştî 3 sal û 4 meh ceza lê hate birîn. Erîpek ji ber ku ev 13 meh in girtîbû bi vê biryarê hate berdan.
Her wiha Kemal Balaban ê ku hevjîna xwe Fatma Balaban li Imzîr Çeşmeyê kuştî 10 sal ceza xwaribû.
Her wiha Ahmed Barda ê 34 salî hevjîna xwe ya 25 salî bi henceta ku bi zilamekî re hev dîtiye kuştibû, ne cezayê miebbetê lê 16 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn.
Polîsê Malnişîn Erbîl N. , ji ber ku jina wî xwestibû jê veqete kuştibû û ji 'xweşhaliyê' 20 sal ceza dabûnê.
Mêrê ku Yagmur Onut kuştî tenê 5 sal û 10 meh ceza xwar. 'Xweşhalî' ji bo ku kujer hate nîşandan.
MEHA BIHURÎ 39 JIN HATIN KUŞTIN
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin diyar kir ku Gulanê 39 jin bi tundiya mêran hatin kuştin. Li gor daneyên platformê 2016’an di nav 5 mehan de 137 û îsal jî di nav 5 mehan de 173 jin hatine kuştin.