Cenazeyê şehîd Brûsk Reşît piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Brûsk Reşît ê li Çiyayê Gabarê şehîd bûbû, piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊ ŞEHÎD

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Brûsk Reşît (Seyîthan Acay) ê di 30’ê Tîrmeha 2020’an de li Çiyayê Gabarê piştî şerekî di encama êrîşa hewayî de şehîd bûbû, piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Brûsk Reşîst piştî şehadeta xwe li goristana bêkesan a Şirnexê hate veşartin. Malbata Reşît li ser daxuyaniya Wezareta Karên Hundir ji bo teşhîskirina cenazeyê çûn Şirnexê. Lê malbatê ku nekarî cenazeyê teşhîs bike, xwîn da û dîsa vegerî Mêrdînê. Tevî ku di Sibata 2021’an de mînakên xwînê yê malbatê li hev hat jî cenazeyê Brûsk Reşît radestî malbatê nehat kirin. Piştî 4 sal û 4 mehan cenaze bi hewldanên malbat û parêzeran hate radestkirin. 

Di encama kolana li goristana bêkesan li Taxa Bahçelîevler ya li navenda Şirnexê cenazeyê şehîd hate dîtin û malbatê cenazeyê wî anîn taxa Biherkê ya li navçeya Artuklu ya Mêrdînê. Cenaze li pêşiya mala malbatê xizm û dostên Brûsk Reşît jî di nav de ji aliyê bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. 

Cenazeyê şehîd Brûsk Reşît ji aliyê gel ve bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û tilîliyan ber bi goristana gund ve hat birêkirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze hat veşartin.
Ji bo Şehîd Brûsk Reşît li gund şîn hate danîn.