Başaran: Li Kurdistanê tecawiz polîtîkaya dewletê ye

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başran got li bajarên Kurdistanê tecawiz polîtîkaya taybet a dewleta Tirk e.

Başaran di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane de axivî û got, ''Xwestin ku ser bigirin ji ber ku ya ku tecawiz lê hatî kirin jineke Kurd bû, yê tecawizkar biunîforma bû.''

'TECAWIZ LU KURDISTANÊ POLÎTÎKAYEKE TAYBET A DEWLETÊ YE'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane de  bal kişande ser tecawizên li Kurdistanê yên ku ji salên 90'î û vir ve li Kurdistanê ji hêla hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve têne kirin, tecawiza li Êlihê ya van rojên dawî ku leşkerê Tirk  Mûsa Orhan jineke Kurd desteser kiribû, bi rojan tecawiz lê kiribû û dawiyê bûbû sedema mirina jina Kurd bi bîr xist û got, ''Yek ji van mînakên berbiçav ku nîşan dide tecawiz li bajarên Kurd weke taktîka şer tê bikaranîn mixabin li Êlihê pêk hat, ku ez wekîla wê derê me. Mûsa Orhan tecawiz li jineke ciwan kir, bi rojan ew desteser kir. Jina Kurd serlêda kir lê nekarî ku dengê xwe bigihîne deverekê. Xwest ku bi xwekuştinê dengê qêrîna xwe bide bihîstin.''
Başaran her wiha bi bîr xist ku derheqê nûçegihanê ku ev sûcê tecawizê kirî Idrîs Yayla nûçe rapirsînê dest pê kiriye, ajansa ku nameya jina ku tecawiz lê bûyî weşandî xwegihandina wê hatiye qedexekirin, li gel ku malbatê gelek caran serlêdan kiriye jî biryara girtinê nehatiye dayin, rayedaran ti daxuyanî nedaye.
Başaran got, ''Xwestin ku ser bigirin ji ber ku ya ku tecawiz lê hatî kirin jineke Kurd bû, yê tecawizkar bi unîformayê bû. ''

'EM Ê DEV JI PEYMANA STENBOLÊ NEQERIN'

Başaran her wiha nîqaşa vekişîna ji Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û got, ''Em ê ti caran dev ji Peymana Stenbolê neqerin. Em ê nehêlin ku ev destkeftî berhewa bibe. Li gel hemû êrîşên we, xebatên we yên manîpulekirinê em ê destkeftiyên xwe biparêzin.''

'QEYÛM DARBEYA LI VÎNA JINÊ YE'

Başaran dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên Kurdistanê jî bi bîr xist û got, darbeya qeyûm darbeya li vîna jinê ye, pergala hevşaredariyê ya partiya xwe bi bîr xist û got,''Şaredariya jinê û pergala hevseroktiyê jî weke Peymana Stenbolê destkeftiyên wiha ne ku em nikarin dev ji wan biqerin.''