Şideta li ser jinê li Munîhê hate protestokirin

Şideta li ser jinê û qetilkirina jinê li bajarê Munîh ê Elmanyayê hate protestokirin.

Meclîsa Jinan Sara, Women Defend Rojava û rêxistinên jinan ên demokratîk li gel hev şideta li ser jinan protesto kirin.

Di çalakiyê de bal hate kişandin şideta li ser jinanan û qetlîamên demê dawî ya li hember jinan, bang li saziyên eleqedar hatin kirin ku di vê dema Covdî-19 ku her kes li malên xwe ye li dijî şideta û qetlîamên li ser jinan li Elmanyayê zêde bûye bikevin tevgerê.

Hate diyarkirin ku divê li dijî şideta li ser jinan hê zêdetir xwe rêxistinkirin bê pêşxistin û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Piştevaniya Jinan’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’ hate qîrkirin.