Beriya ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk were, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyek mezin kar û xebat li ser axa xwe bi awayekî veşartî didan meşandin. Gelê Kurd ji ber ku hewl dida çand, ziman û nasnameya xwe biparêze rastî gelek kiryarên dewleta Şamê dihat. Lê rûxmî wê jî xebatên xwe didomand û ji bo nasnameya xwe têdikoşiya. Yek ji jina ku bi kar û têkoşîna xwe bû dildarê vê rêyê, Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ji ber xebatên xwe yê di têkoşînê de rastî gelek kiryarên dewleta Şamê de hatiye.
Şaha Xelîl serpêhatiya xwe di nav têkoşîna azadiyê de, ji ANF’ê re parve kir.
‘BI FIKRÊ RÊBER APO VE HATIM GIRÊDAN’
Şaha Xelîl diyar kir ku sala 1984’an tevgera azadiyê nas kiriye û wiha got: “Di destpêka sala 1983’an de me rêxistin nas ne dikir. Heval dihatin cem me li gund ne bi awayekî eşkere her mehê carekê ji wan re digotin telebe ne. Ji kesê xwendevan û yên bi partiyan re dihatin weke civîneke biçûk çêdikirin û diçûn. Wê demê min rêxistin nas ne dikir. Dema ku ez bi hevjînê xwe re zewicîm sala 1984’an wêneyê Rêber Apo min li mala wan dît, wê demê min Rêber Apo nas ne dikir min pirsî ev wêneyê kî ye. Got wêneyê Rêber Apo ye, sala 1986’an heval fermî hatin gundê me Girbawî. Heval wê demê hatin mala me bi min re nîqaş kirin li ser fikr û felsefeya Rêber Apo û Kurdistanek azad. Wê demê ez bi fikrê Rêber Apo ve hatim girêdan, di wê demê de ez bi hevalan re derketim gundan û dest bi karê cebhewî kir.”
‘ME FIKRÊ RÊBER APO BI GELÊ KURD DIDA NASKIRIN’
Şaha Xelîl bal kişand li ser karê wê demê û wiha dewam kir: “Di salên 1990’î de heval fermî hatin li ser xetê gundan sekinîn û kar didan meşandin. Wê demê me li 93 gundan karê cebhewî dikir. Me fikrê Rêber Apo bi gelê Kurd dida naskirin û alîkarî didan hev. Piraniya gel bi fikrê Rêber Apo ve hat girêdan, karekî herî pîroz dihate meşandin. Bi berhema karê wê demê em îro didin meşandin, kar bi vî awayî dihat meşandin. Di wê demê de hikumeta Şamê ez didam ber lêpirsînê, lê bi rastî çi kirin em bi israr bûn li ser kar û xebata xwe heta roja îro. Sala 1995’an Rêber Apo xwest ku kesên karê cebhewî dikin, biçin cem wî. Wê demê em 40 kes li ser asta Cizîrê derbas bûn ez yek ji wan kesan bûm. Heta roja îro ew hevdîtina me bi Rêber Apo re em ser jiyan dikin. Çend rojan em li cem Rêber Apo man, Rêber Apo perwerde dida me li ser kesên cebhewî wê çawa kar bikin çawa xebatê bidin meşandin.”
‘SALA RÊBER APO HAT DÎLGIRTIN JI ME RE SALA REŞ BÛ’
Şaha Xelîl diyar kir ku sala dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala sala reş bû û wiha pêde çû: “Di sala 1999’an de sala Rêber Apo hat dîlgirtin ji me re mîna sala Reş bû. Em ketin greva birçîbûnê, 11 rojan em di girava birçîbûnê de man. Me digot em ji greva birçîbûnê dernakevin heta ku agahiyek ji Rêber Apo tê, wê demê Rêber Apo agahî da ku her kes ji greva birçîbûnê derkeve û her kes kar û xebatên xwe bide meşandin û têkoşînê bikin. Dema ku agahî ji Rêber Apo hat, greva birçîbûnê hat sekinandin. Me karê xwe berdewam kir di karê cebhewî de. Me komên xwendinê çêdikirin.”
Şaha Xelîl wiha qala serkeftinê Şoreşa Rojava kir û got: “Şoreşa Rojava destpê kir, Şoreşa Rojava encamê tevgera azadiyê û karê cebhewî bû. Di destpêka şoreşa Rojava de, dema ku me got em ê dest bi avakirina Meclisê bikin û hilbijartinan çêkin, rêxistinê dest bi xeta sêyemên kir û karê siyasî û leşkerî bi hev re da meşandin û dest bi avakirina her saziyekî kir. Hevalan min hilbijart ji bo hilbijartinê meclisa taxa kornîş bûm û dengê duyem bir. Piştî ku meclis bûn fermî me meclis li gundan ava kirin û hibijartinê meclisan çêkirin. Ez vegeriyam, bûm rêveberiya meclisa Girbawî him karê meclisê dikir û him karê giştî dikir. Piştî wê jî hilbijartinê Yekîtiya Star çêbûn hevalan ez pêşniyar kirim ji bo xebatên Yekîtiya Star a rêveberiya Qamişlo. Di karê Yekîtiya Star de ez mehekê li Rimêlan derbasî perwerdê bûm.”
‘DERBASÎ PERWERDEYA ÇIYAYÊ QENDÎLÊ BÛM’
Şaha Xelîl anî ziman ku di sala 2014’an derbasî perwerdeya çiyayê Qendîlê bû û got: “Em bi giştî jin, nêzî 40 kesan em di meclis û şoreşa Rojava de derbasî perwerdê bûn. Piştî ku ez ji perwerdê vegeriyam, hin ez li ser Reveberiya Qamişlo bûm. Piştî wê hevalan ez pêşniyar kirim ji bo Rêveberiya Kantona Kongra Star. Ev 5 sal in ku ez kar û xebatê Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişloyê dikim.”
Rêveberiya Kongra Star Şaha Xelîl soza têkoşîna kar û xebatê xwe nû kir û diyar kir ku wê heta dawiyê li pey şopa şehîdan be. Şaha Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min tucarî poşmanî jiyan nekiriye ku ez kar û xebatê rêxistinê dikim. Her tim ez kêfxweş im ku em li ser felsefeya Rêber Apo dijîn, li ser xeta şehîdan dijîn. Em wek tevgera jin ji bo azadiya jinê têkoşîn dikin. Em dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abo misoger nebe, em nikarin bêjin jin azad in. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."