Eleqeya mezin a ji bo DEM Partiyê: Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor!

DEM Partî xebatên hilbijartinê li gelek  bajaran bênavber didomîne, esnaf û gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan. Welatiyan diyar kirin ku ew ê rejîma qeyûman paqij bikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên beriya hilbijartinên xwecihî didomîne. Namzetên hevşaredariyên DEM Partiyê beşdarî serdana esnafan û vekirina buroyan bûn.. Esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û  vekirinên buroyan veguherîn mîtîngan.

DÎLOK

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Dîlokê yê DEM Partiyê Selman Tutumlu û namzetê Hevşaredariyê yê Şehîtkamîlê Kemal Îlik li Şûka Galerîciyani û Bazara taxa Cinderesê bi esnaf û gel re hatin cem hev. 
Esnafan namzetên DEM Partiyê bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Dawiyê derbasî Bazara Taxa Cindêresê bûn û bi esnaf û gel re hatin cem hev.

AMED

Rêxistina DEM Partiya Sûrê  bi konvoyekê li taxên Sadî, Kozan, Satiyan, Zorava, Hanifyî, Arzûglî, Divelî, Abbasî, Xidilyas, Bagcecîk, Êzedînî, Hecî Osmanan, Tilgaz, Aslanoglû, Bozpar, Kabasakalê geriyan û bi gel re civîn li dar xistin. Namzeta Hevşaredariyê ya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Adnan Orhan û endamên partiyê beşdarî civîna gel bûn. Gel bi meşale, tilîlî, çepik û dirûşmeyan namzetên xwe pêşwazî kirin.

DIVÊ HEMÛ JIN LI QADA 8’Ê ADARÊ BIN!

Onkol li  taxa Zorava bi jinan re hat cem hev û banga beşdarbûna 8'ê Adarê kir. Onkol diyar kir ku yên bi salan e mafê vê têkoşînê dane dayik û jinên ciwan in û got, "Em dixwazin di 8'ê Adarê de hemû jinan li Qada Îstasyonê bibînin. Bizanin ku jin berdêla herî giran didin. Di 8'ê Adarê de em mil bi mil  li ber xwe didin. Em dixwazin bi hev re qada mîtîngê tijî bikin. Werin em bi hev re coş, hêz û enerjiya jinan di 8'ê Adarê de nîşan bidin. Werin em li dijî zîhniyeta baviksalarî ya ku keda jinê ji nedîtî ve tê, bibin yek, vîn û hêza xwe derxin holê."

WAN

DEM Partî li taxa Selahattîn Eyûbî ya navçeya Artemêtê buroya xwe vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û namzetên hevşaredariyên navçeyan û gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Merasîma vekirinê ya ku namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Girseyê bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Ciwan cangoriya Apo ye" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Demek dirêj li qadê govend gerandin

Namzetên hevşaredariyê li vir yek bi yek mafê axaftinê girtin û gel silav kirin. Namzetan di axaftinên xwe de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê ​​hatiye destpêkirin û xwestin ku demildest daxwazên wan pêk bên.

 'EM Ê BI SER BIKEVIN’

Piştre Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku gelê Wanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ber xwe dide û got, "Tu kes nikare vîna me asteng bike. Yên dixwazin pêşiya me bigirin bila li vê qadê binêrin. Ew nikarin me bindest bikin. Îro dema Kurdan e. Gelê Kurd rabe roja we hat. Rabin roja me hemûyan hat. Ev sozdariya we teqez wê bi ser bikeve. Em ê li her derê Wanê  şeqamê li qeyûman bixin. Ev Xwedîderketin wê bibe mizgîniya serkeftina gelê Kurd a 31’ê Adarê. Di vê mehê de em ê roj bi roj, kolan bi kolan bixebitin. Em soz didin, heta ku hêza me hebe em ê xizmeta gelê xwe bikin û em ê bi hev re serkeftinê bi dest bixin. Em ê bi ser bikevin."

Piştre buro bi coşeke mezin hat vekirin. Girseya gel piştî vekirina buroyê meşale pêxist û govend gerand.

SEMSÛR

Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê yê DEM Partiyê Bahattîn Bîlgîn û Turkan Erekenek, endam û rêveberên rêxistina bajar û navçeyê li navenda navçeyê li taxên Yenîmahalle û Yeşîlyurtê esnafan ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê li pirsgirêkên gel guhdar kirin û soza ku wê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin, dan. Piştî serdana esnafan namzetên hevşaredariyê û tevlî merasîma sersaxiyê ya li Cemxaneya Karapinarê bûn.

MELETÎ

Rêxistina DEM Partî ya Meletiyê li navçeya Fethiye buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzetên hevşaredariyê Sevîm Şîmşek Bayram, Abdul Vahap Ekîm, Suna Gedîk, Mutlu Halicî û Îbrahîm Încesu û gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Girseya ku ji bo vekirina buroyê bi konvoyê de hat navçeyê ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Piştre girse derbasî buroya hilbijartinê bû û bicoş buro vekirin.

ÎZMÎR

Rêxistina DEM Partiyê ya Bodrûmê li taxên Yalikavak û Turgutreîsê buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Bodrumê Zuhal Macît û Mehmet Polat, namzetên Meclîsa Şaredariyê Bozan Yildirim, Mahmure Arslanparçasi, Remzî Çagan, Dogan Yeşîloz, Yasîn Erîm, Refîk Umaz, Hevserokên DEM Partiyê yên Bodrûm û Mîlasê û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn.

EM Ê LI HER DERÊ BI SER BIKIN

Macît di vekirinê de axivî û got ku weke DEM Partiyê gotinên wan ji Sebahat Tuncel, Leyla Guven û Gultan Kişanak hene û got, “Soza me ji bo hevrêyên xwe yên jin ên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û di girtîgehê de ne, heye; Em ê li her derê bi ser bikevin, em ê li Bodrûmê jî bi ser bikevin. Hem li Şaredariya Bajarê Mezin û hem jî li hemû navçeyên Muglayê namzetên me yên hevşaredariyê hene.” Polat jî diyar kir ku armanca DEM Pariyê ya li Bodrûmê serketine û wiha axivî: “Hemû malên me bûne buroyên me yên hilbijartinê, em li hemû malan projeyên xwe ji her kesî re vedibêjin. Em ê bi DEM Partiyê li Bodrumê bi ser bikevin.

MÛŞ

Rêxistinên bajar û navçeyên DEM Partiyê ya Mûşê, tax bi tax, kolan bi kolan, gund bi gund bi gel re hatin cem hev û projeyên xwe vegotin. Namzetên hevşaredariyê yên ku li Kop, Milazgir, Gimgim û navenda bajêr xebatên xwe didomînin û li her derê bi coş tên pêşwazîkirin.

'PARTÎ NAMÛSA ME YE’

Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz, namzetên Hevşaredariyê yên Milazgirê Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker û kesên bi wan re li esnafên navenda bazarê, esnafên Herêma Pîşesazî û taxa Afşînê xebatên hilbijartinê li dar xistin. Kesên ku rastî heyetê hatin broşur maç kir û gotin "Ev partî, ev namzet rûmetên me ne û em ê rûmeta xwe biparêzin."

PIŞTGIRIYA ESNAFAN: EM Ê QEYÛMAN JI BAJAR PAQIJ BIKIN

Kesekî di serdana esnafan de axivî û got, “Me tim dengê xwe daye vê partiya ku me temsîl dike û em ê dengê xwe her tin bidinê. Em ê zîhniyeta AKP'ê û rejîma qeyûman ji bajarê xwe paqij bikin." Li ser vê yekê Boz diyar kir ku helwesta gelê Milazgirê her tim baş e û alîgirê partiyê ne û wiha axivî: “Ev gelê ku her tim ji bo ziman, nasname û çanda xwe têdikoşe. "Ev partî ya me hemûyan e û em ê careke din li ser sindoqan nîşan bidin ku divê Kurd û mafên wan hebin."

ÇEWLÎG

Rêxistina DEM Partî ya Çewlîgê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafan ziyaret kir. Namzetên hevşaredariyê Çîçek Ariç û Aydin Burçun, parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û parlamenterê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî di nav de, li kolana Înonû û qada Beşyolê ya li navendê esnafan ziyaret kirin.

Endamên DEM Partiyê banga tevlîbûna civîna gel a Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan ku dê sibê were bajêr kirin. Heyet piştî serdana esnafan li gundê Sûmsor bi jinan re hatin cem hev. Li vir namzetan li pirsgirêkên jinan guhdarî kirin.