Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê: Em mal bi mal xebatan bimeşînin

Di vekirina buroyê ya hilbijartinê de, bang hate kirin ku mal bi mal, gund bi gund xebat bê meşandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê buroya hilbijartinê ya navendî vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî merasîmê bû û Bayindir di ketina bajêr de ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin. Girseya gel bi konvoyeke mezin kete bajêr û derbasî cihê vekirina buroyê Kolana Hunerê bû. Keskîn Bayindir û Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Wanê li vir  ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.   Merasîma vekirina buroyê, veguherî mîtîngeke mezin û ji aliyê girseya gel ve pankartên bi nivîsa; ‘Siwar hatin peya çûn’, ‘Yê ku azad nebe evîna wî jî azad nabe’, ‘Bimre Tecrîd’, ‘Her der Îmralî ye, her der berxwedan e’ û ‘Ji bo zindanan RABE’ hatin hilgirtin.

Beriya vekirina buroyê Neslîhan Şedal a Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin axivî û got: ‘’Em silavên xwe li hemû hevalên xwe yên li sirgûn û girtîgehan dikin. Em soz didin hevalên xwe yên jin. Em ê qada siyasetê veguherînin qada jinan. Naxwazin jin di siyaset û civaka sivîl de cih bigirin. Em ê di 31’ê Adarê de bajarê xwe bikin bajarê jin û ciwanan. Li bajarê me pirsgirêkên mezin hene. Ji aliyê xizaniya jinan, veguhêzî, koçberî û aktîvîteyên civakî ve pirsgirêkên mezin hene.  Gava ku em bûn hevserok, em ê van pirsgirêkan hemûyan çareser bikin. Em ê hemû saziyên xwe yên hatine girtin,  ji nû ve vekin. Em ê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin. Jin û ciwanên Wanê serkeftin bi dest xistine.’’ 

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê din Abdullah Zeydan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê.

Zeydan, da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan nêzî sed roj in berdewam dike û got, "Daxwazên wan rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Em xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Em ê qeyûmên ku 10 sal in li bajarên me ne di 31'ê Adarê de bişînin. Eger qayûm li vî bajarî nehatibûya tayînkirin, li vî bajarî ewqas pirsgirêk dernediketin. Di her alî de pirsgirêkên mezin ên vî bajarî hene. Qeyûm û AKP’yî ji bo vî bajarî tiştekî jî baş nekirine. Tenê tişta ku kirine, hawirdora xwe dewlemend kirine. Her wiha ciwanên li vî bajarî mehkûmî xizaniyê kirin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."

Piştî namzetên hevşaredariyê Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir xîtabî gel kir. 

Bayindir, Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û spasiya gelê Wanê kir. Bayindir, ê ji girseya gel a li pêşberî xwe bi bandor bû got, "Sekna we ya li dijî zext û mirinê, sekna azadiyê ye. Ev qad, qada azadî û serkeftinê ye. Di 2’yê Adara 1994'an de darbeyek hat kirin û parlamenterên me ji Meclîsê hatin avêtin. AKP’ê dema hat ser desthilatdariyê gotibû ku ew ê hesab ji darbekaran bixwazin. Lê îro darbekarên herî mezin Erdogan û Bahçelî ne. Niha bi hezaran hevrêyên me di girtîgehan de ne. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê hene. Gelê me azadî dixwaze û wê teqez azadî pêk were."

Bayindir, diyar kir ku AKP'ê bi hîle û qeyûman şaredariyên gel desteserkirine û wiha domand, "Bi salan e bi hîle û bi bêrûtiyê re hewl dan vîna me tine bikin. Em vê bêrûmetiyê qebûl nakin û em ê we bişînin cihê ku hûn jê hatine. Vîna me qebûl nakin, qeyûm tayîn dikin. Zimanê me qebûl nakin, li meclîsê dema bi Kurdî tê axaftin mîkrofonê digirin. Ez ji mîkrofona gel bang dikim; Em Kurd in, Kurd. Em li ku derê bin jî em ê bi ziman û çanda xwe bijîn û em ê vê bêexlaqiyê ti carî qebûl nekin. Kurd li hemû cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoşin. Çavê me li axa kesî nîne. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn û em ê ti carî li hemberî we stûyê xwe xwar nekin. Erdogan di rojên dawî de peyva 'Terorîstan' bikar tîne. Te li meclîsê ji Bahçelî re got ‘nezan’ û Kurdistan nîşan kir. Ez jî ji vir ji te re dibêjim, ev der Kurdistan e."

Bayindir, her wiha bang li hilbijêrên Kurd ên ku heta niha destek dane AKP’ê jî kir. Bayindir got, “Divê kesên xwedî wijdan, di nava siyaseta wan de cih negirin. Em destê xwişk-biratî û Kurdayetiyê dirêjî wan dikin. Êdî li wir nesekinin, mala we ev der e, cihê ku hûn ê pê serbilind bibin, ev der e. Em soz didin ku heta hêza me hebe em ê xizmetê ji we re bikin. Ew bi destê qeyûman diziyê dikin, em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em siyaseteke demokratîk, mirovî û wijdanî dimeşînin. Em ê li ser esasê van pîvanan xizmeta gelê Wanê bikin. Wan biryara xwe û mizgîniya serkeftinê da. Di vê dema kin de, mal bi mal, gund bi gund, çi ji destê me tê em bikin. Ev ne tenê serkeftina her du hevşaredaran, serkeftina Kurdan e.”

Piştî axaftina Bayindir buroya hilbijartinê bi çepik û tilîliyan hate vekirin.