Parlamenterên Çepên Kesk li Stenbolê bi gel re hatin ba hev

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê, ji bo tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê li gelek navçeyan bi gel re hatin ba hev û serdana komeleyan kirin.

Xebatên Rêxistina Partiya Çepên Kesk ên ji bo tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê berdewam in. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun û parlamenter Cengîz Çîçek, Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu û şandeya pê re, li Zeytînbûrnû, Maltepe û Gazîosmanpaşayê ku navçeyên Stenbolê ne, bi gel re hatin ba hev û serdan li komeleyan kir. Şandeyê, îşaret bi giringiya tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê û parastina sindoqan kir.

ZEYTÎNBÛRNÛ

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Herêma Sisêyan ê Stenbolê Celal Firat, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê û şandeya pê re, li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Omerkayiyan bi gel re hatin ba hev. Rêveberên komeleyê û bi sedan kesan, şande bi coş pêşwazî kir. Parlamenter Celal Firat diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên qirkirinê û zilm û înkarkirinê yên desthilata AKP’ê têdikoşin û got: “Ji bo azadbûna bi hezaran girtiyan, vebûna qada demokratîk, 28’ê Gulanê em biçin li ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin û AKP’ê bişînin.”

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku bi pişt re axivî, got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd ya AKP’ê ew e ku bi hezaran Kurdan dixe girtîgehan û dişîne sirgûnê. Ev berpirsyarî, ya me hemûyan e. Divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin. Lewma bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe û dengê xwe bide.”

MALTEPE

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û şandeya pê re, çûn serdana Komeleya Xaştax a Motkiyê ku li Taxa Zumrutevlerê ye. Endamên komeleyê şande pêşwazî kir. Onder ku gava serdanê axivî, diyar kir ku desthilat dek û dolaban kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve dibe û îşaret bi giringiya parastina sindoqan kir. Onder anî ziman ku gava jimartina dengan bila girtekên bi îmzeyên şil eseh bên girtin.

GAZÎOSMANPAŞA

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Halîl Aksoy, bi endamên Komeleya Bajarokê Findikê yê Şirnexê ku li Taxa Yildiz Tabya ya navçeya Gazîosmanpaşa, bi gel re hatin ba hev. Endamên Komeleyê daxwazên xwe ji Çîçek re gotin. Çîçek jî got ku ew ê bi pirsgirêkên wan re eleqedar bibin. Halîl Aksoy ku li ser daxwazên şandeyê axivî, bi lêv kir ku hilbijêrên Kurd ne ji rêzê ne û got: “Li vî welatî pirsgirêka demokrasiyê heye, pirsgirêka azadiyê, heq û ya herî girîng jî pirsgirêka Kurd heye. Divê em li hemberî vê pirsgirêkê serî hildin. Em ê di vê hilbijartinê de rê li ber demokrasiyê vebikin.”